‘Divê Elmanya hew piştgiriya dewleta Tirk bike’

Kurdên li Ewropayê dijîn ji bo şermezar kirina sala 99’emîn a Peymana Lozanê li qadan in. Kurdan xwest ku Elmanya hew piştgiriya dewleta Tirk a dagirker bike û çekan nefiroşe Tirkiyeyê.

Çalakiyên KON-MED’ê yên bi dirûşma ‘’Werin em bi ruhê Şoreşa Rojava ya bi fedaîtî, Kurdistanê biparêzin’’ li bajarên Elmanyayê dewam dikin. Li Berlîn a paytexta Elmanyayê, bi tundî bertek nîşanê polîtîka û pêkanînên dewleta Elman ên ji bo piştgiriya dagirkeriya dewleta Tirk hat dayîn û banga ‘’Nebe hevkar’’ hat kirin.

BERLÎN

Kurdistanî û dostên wan ên bi banga ‘’Werin em bi ruhê Şoreşa Rojava ya bi fedaîtî Kurdistanê biparêzin’’ a Yekîtiya Civakên Kurdistanî yên Elmanyayê (KON-MED) li Gesunbrunnena Berlînê hatin ba hev, heta bi Bernasuerstrasseyê meşiyan.

Meş, saet di 18.30’an de bi girtina rêzê ji şehîdên Kurdistanê re dest pê bû. Di meşê de pankartên ‘’Kurdistanê biparêze’’, ‘’Zarokên Kurd, bi çekên kîmyewî tên kuştin’’ nivîsandî hatin hilgirtin.

Girseyê, gava meşê, dirûşmên ‘’Bijî azadî’’, ‘’Bijî Rojava’’, ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bijî berxwedana gerîla’’, ‘’Bijî berxwedana Zapê’’ û ‘’Kurdistan wê bibe goristan ji faşîzmê re’’ berz kirin.

Di daxuyaniya bi Elmanî ya KON-MED’ê de wiha hat gotin: ‘’10 sal berê, terorîstên DAIŞ’ê, bi piştgiriya dewleta Tirk a faşîst êrîşê Sûriye û temamê Rojhilata Navîn kir. Bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Xweza talan kirin, dîrok tune kirin û komkujiya çandî kirin. Bi hezaran jin û zarok dîl girtin. Jinên Êzidî yên Kurd li bazara koleyan firotin. Ev çete serê pêşîn ji aliyê Erdogan û dewleta Tirk ve hatin birêxistinkirin.“

Li ser têkiliya dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşan re jî ev tişt hatin diyarkirin: ‘’Perwerde kirin, çek dan wan û piştgiriya lojîstîk a wan kirin. Çeteyên DAIŞ’ê yên hov, di serî de Elmanya, li gelek welatên Ewropayê êrîşên bi terorî kirin. Di van êrîşan de bi sedan mirov jiyana xwe ji dest dan. Dewleta Tirk a faşîst a endama NATO’yê, hem berpirsê êrîşê li Ewropayê ye hem jî ji kuştina bi hezaran sivîlên li Bakurê Sûriyeyê û Iraqê berpirs e.“

Di dewama daxuyaniya KON-MED’ê de îşaret bi wê yekê hat kirin ku jehrkuja van êrîşan, paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û hat destnîşankirin ku divê Hikûmeta Elmanyayê li dijî rejîma Erdogan xwedî helwest be û dawiyê li piştgirî û hevkariya bi dewleta Tirk re bîne. Qedexeyê ji ser PKK’ê rabike û dawî li polîtîkayên xwe yên krîmînalîzekirina Kurdan bîne. 

Daxuyanî wiha hat bidawîkirin: ‘’Werin em bi hev re ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin.’’ 

Hevserokê Nav-Berlîn’ê jî bal kişand ser gefên dewleta Tirk a dagirker û got: ‘’Dewleta Tirk, her roj gefan li Kurdistanê, li Rojava dixwe. Em, li Berlînê bertek nîşanê vê didin. Hikûmeta Elman jî divê xwe li ber qetilamên dewleta Tirk ker neke, nebe hevkar. Gelê mey ê Kurdistanî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hişyar be, divê li derxistina dengê xwe dewam bikin.’’

KIEL

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Başûrê Kurdistanê hatin protestokirin.

Li Îstgeha Trenan a Navendê ya Kîelê dest bi meşa protestoyî hat kirin. Kurdistaniyên li Kîelê, Komeleya Elewiyan a Kîelê, MLKP, endamên Kîel ANTIFA’yê û dostên Kurdan ên Elman tev li meşê bûn.

Bi axavtinên hat kirin, hat xwestin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst a dagirker qeda hewayî Rojava ji firînê re were girtin û xwedî li Şoreşa Rojava were derketin.

Gava meşê, dirûşmên ‘’Bijî berxwedana gerîla’’ û ‘’Bijî Rojava’’ hatin berzkirin.

Kurdistanî, qêriyan ku ew ê rê nedin Lozaneke din û nehêlin gelê Kurd qir bibe.

Meşa protestoyî, bi axavtinên Kurdî û Elmanî bi dawî bû.