Ciwanên Kurd li Marsîlyayê daketin qadan

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ciwan hatin ba hev û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadên Marsîlyayê meş li dar xistin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), ji bo azadiya fîzîkî û rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meş û mîting hatin lidarxistin.

Bi sedan kes saet di 19.00’an de ji qada Canabîereê ber bi qada herî qelebalix Vîeûx Port ve meşiyan. Di meşê de pankart hatin hilgirtin û dirûşmeyên bi daxwaza azadiya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi zimanê Fransî hatin berzkirin.

Di çalakiyê de Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatin silavkirin. Her wiha ciwanan meşale pêxistin û bi hev re gotin: “Em hemû PKK’yî ne.”

Di meşê de gelek belavok hatin belavkirin, têkildarê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û berxwedana gerîla axaftin hatin kirin.