TCŞ Û TekoJIN wê li Parîsê meşeke dirêj bide destpêkirin

TCŞ û TekoJIN’ê diyar kir bi şîara ‘Li hemberî dagirkerî û îxanetê werin cenga azadiyê’ wê li Parîsê meşeke dirêj a ji bo 2 rojan bidomîne.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) wê li hemberî dagirkerî û qirkirina li ser Kurdistanê, li hemberî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye meşeke dirêj a ji bo 2 rojan bide destpêkirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) diyar kirin ew bang li gel dikin ku bila bi ruhê seferberiyê tevlî meşê bibin û got “Di şexsê Rêberê gelan Rêber Apo de polîtîkayên tecrîdê yên li ser Tevgera Azadiyê ya Kurdan û gelê Kurd, giran bûye. Dema ku mirov van êrîşan û hewldanên dagirkeriyê tîne ber çavê xwe, helwesta ku divê gelê me nîşan bide zelal e.  

Gerîla ya ku ji bo gelê me şerekî mezin dike, hêz û moralê xwe ji yekîtiya gel distîne. Li ser vî esasî tevlêbûna meşa li Parîsê wê li hemberî êrîşan bersiveke herî xurt be.

Divê gelê me ji bîr neke ku telafiya şer tune. Serfiraziya vî şerî wê bi piştgirî û yekîtiyê pêk were. Em bang li gelê xwe, ciwanên Kurd û dostên xwe yên enternasyonal dikin bila li dora vê rastiyê bibin yek û tevlî nav têkoşînê bibin.

Dîrok û saeta meşê: 30’ê Tîrmehê, saet 10.00. 174 avenue Henri Barbusse 93700 Drancy - Stalîngrad / Parîs

31’ê Tîrmehê saet 12.00. 16 rue d’enghien, 75010 Paris - Place de la Nation / Parîs”