Seydo Hazar koça dawî kir

Welatparêz Seydo Hazar ku salên dirêj di nava tevgera azadiya Kurdistanê de xebat kir, danê êvarê li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê koça dawî kir.

Seydo Hazar bi salan ji ber penceşêra prostatê dihat dermankirin û herî dawî bi nexweşiya Alzheîmer ket. Seydo Hazar ku demekê li nexweşxaneyê jî dihat dermankirin, nêzî deh roj berê birin mala xwe. Hazar di 30 Tîrmehê de wefat kir.

Seydo Hazar ku ji gundê Harûnan ê girêdayî navçeya Kurecîk a Meletî bû, di heman demê de bavê yek ji fermandarên YAJK'ê û endama Meclîsa Neteweyî ya Kurdistanê şehîd Meryem Çolak bû.

Hevjîna wî ya ku di salên 2000’î de wefat kir jî navê wî Meryem bû û di nav welatparêzên li Stûttgartê de jî bi navê “Pîrê” dihat naskirin. Hevjînên welatparêzên ku piştgirî dan tevgera azadiyê, di nava Kurdistaniyên li Stûttgart û derdora wê de gelekî dihatin heskirin.