Di merasîmeke ya li Mantovayê de banga piştevaniya bi Kurdan re hat kirin
Di çalakiya li bajarê Mantova ya Îtalyayê de, bal hat kişandin li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê.
Di çalakiya li bajarê Mantova ya Îtalyayê de, bal hat kişandin li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê.
Kurdistanî jî ji bo çalakiya “Pasta Ascîûtta” ya ku her sal li navçeya Asola ya Mantovayê tê lidarxistin hatin vexwendin.
Çalakiya ku ji aliyê ANPI Asola (Komeleya Partîzan a Neteweyî ya Îtalyayê) ve hat organîzekirin bi girseyî hat lidarxistin.
Nûnerên Emergenza û Rete Kurdistan Mantova (Tora Kurdistanê ya Mantova) ku ji bo çalakiyê hatibûn vexwendin, bal kişandin ser rewşa Kurdan.
Nûnerên her du saziyan bang li gelan hat kirin ku li dijî êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirk piştevaniya xwe bi gelê Kurdistanê re xurt bikin.
Her wiha, di standa ku di çalakiyê de hate danîn de, li ser rewşa Kurdan agahî hatin dayîn û ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya “rêxistinên terorê” û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze hatin komkirin.
Çalakiya roja Şemiyê heta derengiyê dewam kir.