Li Dortmûndê bibîranîna 14’ê Tîrmehê
Ji bo Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, li Dortmûndê meresima bibîranînê hat lidarxistin.
Ji bo Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, li Dortmûndê meresima bibîranînê hat lidarxistin.
Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê hatin bibîranîn. Di meresima bibîranînê ya ji aliyê Meclîsa Gel û Saziya Malbatên Winda û Şehîdan (KOMAW) li Kurdistanê Zentrûmê ya Dortmûndê hat lidarxistin de, ewilî li ser navê KOMAW’ê Alî Konkûrt axivî.
Di pey Konkûrt re siyasetmedar Maşallah Ozturk li ser wate û giringiya berxwedanê nirxandin kir. Piştî axaftinên kurt ên hevserokên Meclîsa Gel a Dortmûndê, li sînevîzyonê hat temaşekirin.
Meresim, bi dirûşma ‘’Şehîd namirin’’ bi dawî bû.