Li Qibrisê jin pêşengên kampanyayê ne
Endamên Însiyatîfa Jinên Kurd ên Qibirsê ji bo ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê“ li Parka Moloz stand danîn û gelek îmze berhevkirin.
Endamên Însiyatîfa Jinên Kurd ên Qibirsê ji bo ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê“ li Parka Moloz stand danîn û gelek îmze berhevkirin.
Li Kurdistan, Ewrûpa û seranserê cîhanê kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê“ dewam dike. Li Qibrisê jî pêşengên kampanyayê jin in. Di çarçoveya kampanyayê de Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê, jin, ciwan, malbatên Kurd û dostên Kurdan her roj li qadek cuda standa îmzeyan datînin û îmzeyan berhev dikin.
Endamên Însiyatîfa Jinên Kurd ên Qibirsê bi dirûşmeya “PKK azadiya jinê û heqîqeta jinê ye“ di nava heftiyê de, roja sêşem û çarşemê li qadên cuda standan danîntin û bê navber îmzeyan kom dikin. Jinan îro jî li Parka Moloz a li bajarê Lîmasolê stand danîn. Jinan qada standê bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê xemilandin.
Li vir jinan têkildarî kampanyaya îmzeyan daxuyanî xwend. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê Fatma Dogan ve hate xwendin. Dogan anî ziman ku azadiya jinê bi îdolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê wateyê dibîne û got: “Ev xebat ji bo me xwedî wateyek gelek girîng. Ji bo vê yekê em weke jin di nava heftiyê de du rojan li qadên cuda standê datînin û îmzeyan berhev dikin. Armanca me 5 hezar îmze ye. Hejmarek gelek kêm maye ku em bigihêjin armanca xwe.“
Dogan, bang li jin û gelê Kurd ên li Ewropayê dijîn kir û xwest her kes bi ruhê seferberiyê tev li kampanyaya îmzeyan bibin.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.