Kampanyaya berhevkirina îmzeyan bi armanca derxistina PKK’ê ji ‘lîsteyên qedexekirî’, li bajarê Lîmasolê ya Qibrisê berdewam e. Komîsyona Jinan a di bin banê Meclîsa Navenda Çandê ya Kurd a Theofîlosê de, li Parka Moloz stand danî da ku îmzeyan berhev bike.
Hevseroka Navenda Çandê ya Kurd a Theofîlosê Fatma Dogan li ser xebata ji bo berhevkirina îmzeyan dikin wiha axivî: “Em ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyên qedexekirî kampanyaya berhevkirina îmzeyan didomînin. Em dizanin ku hêzên navneteweyî ji bo berjewendiya xwe, PKK xistiye nav vê lîsteyê.
Em dibêjin bila demildest PKK’ê ji vê lîsteyê derbixin. Hedefa komîsyona me ya jinan berhevkirina 5 hezar îmzeyan e, lê em soza berhevkirina hewqas îmzeyên din jî didin. Ji bo wê, em banga tevlêbûna kampanyayê li hemû Kurdan û dostên xwe dikin. Em sipasiya hevalên ku tevlî kampanyê bûnî dikin.”