PCF: Dev ji bazirganiya li ser Kurdan berdin!

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) ku li Parlamenta Fransayê tê temsîlkirin, nerazîbûneke tund nîşanî bazirganiya li ser Kurdan da ku di civîna NATO'yê de hate kirin. PCF'ê her wiha ev hişyarî da: "Dev ji bazirganî û hesabên li ser gelê Kurd berdin."

PCF'ê di daxuyaniya xwe ya li ser malpera xwe ya înternetê de diyar kir ku di civîna NATO'yê de "tawîzên ku ji rejîma Tirk re hatin dayîn reaksiyonên mezin çêkiriye."

PCF'ê nerazîbûn nîşanî danûstandina rakirina vetoya Tirkiyeyê ya li ser endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO'yê da û got, "Zilmkarê Enqereyê her kesê ku şîdeta wî ya despotîk red dike weke 'terorîst' bi nav dike û serokên Ewropayê jî berdewamiya vê xeyalê dikin."

PCF'ê ragihand ku îstîxbaratên Tirk çawan ku di sala 2013’an de li Parîsê 3 jinên şoreşger ên Kurd qetil kir, ji kuştina mîlîtanên Kurd dudilî nabin û got, “Ev îspata wê yekê ye ku NATO mafên gelan û bi taybetî jî Kurdan ku di şerê li dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de hevalbendê me ne, biçûk dinirxîne.”

PCF'ê rakirina ambargoya çekan a Fînlandiya û Swêdê ya li ser Tirkiyeyê, her wiha gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hefteyên dawî de bi bîr xist.

PCF'ê got, “Bi çavê Ewropayê li Ukraynayê, R.T. Erdogan dixwaze vê firsendê bi kar bîne û di bin bêdengiya medyayê de sûcên nû bike.”

PCF'ê da zanîn ku hikûmeta Emmanuel Macron li Fransayê jî, mîna paytextên din ên Ewropayê, "bi awayekî dramatîk bêdeng maye" û wiha got:

“Pêwîste Yekîtiya Ewropa dengê xwe bide bihîstin û li dijî her êrîşeke nû ya Tirkiyê derkeve.

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) van destdirêjiyan şermezar dike û hevgirtina xwe bi hêzên demokratîk ên Tirkiye û Bakurê Sûriyeyê re nîşan dide.

(PCF) banga seferberiyê ji bo bidawîkirina qanûna çekan li herêmê dike û rêz li mafê kurdan ê ku bi awayekî azad hilbijêrin û çarenûsa xwe ava bikin, dike.

Ji bo vê divê Fransa xwe ji van bazariyên NATO’yê yên ku mantiqa şer li her derê didomîne rizgar bike û civînên klûbên olîgarşîk ên ku hebûna gelê ku cesareta wî li gorî berjewendiyên qirêj mohr dike, şermezar bike.”