Meclîsa Elman pêşniyara 'Bila Qirkirina Êzidiyan bê naskirin' qebûl kir -NÛ BÛ

Pêşniyara Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal, ku dixwaze Qirkirina Êzidiyan a sala 2014'an bi destê çeteyên DAÎŞ'ê ve hate kirin bê naskirin, li civata giştî ye meclîsê hate qebûlkirin.

Ji bo Qirkirina Êzidiyan a 3'ê Tebaxa 2014'an de hate kirin li Elmanyayê bê naskirin, di sala 2021'ê de nêzî 60 hezar îmze hatin komkirin û serî li Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal hatibû dayin.

Mijar meha Sibatê li Komîsyona Daxwaznameyê ya Meclîsa Federal kete rojevê û piştre di meha Hezîranê de serî li nêrîna pisporên Komîsyona Alîkariya Mirovî û Mafên Mirovan hatibû dayin.

Li ser vê yekê Komîsyona Daxwaznameyê ya Meclîsa Federal, daxwaza 'Bila qirkirina Êzidiyan bê naskirin' qebûl kir û mijar derbasî civata giştî ya meclîsê bû. Pêşnûmeya ku li komîsyonê bi rengê 'bila daxwaz bê qebûlkirin' ji aliyê parlamenterên hemû partiyên komên xwe li meclîsê hene bi yekdengî hate qebûlkirin.

Ji niha û pê ve wê pêşnûmeyeke nû ya qanûnê bê amadekirin, ji bo qirkirina Êzidiyan bê qebûlkirin û pêşkêşî Civata Giştî ya Meclîsa Federal bê kirin.

Serokê Komîteya Alîkariya Mirovî û Mafên Mirovan a Keskan Max Lûcks got, "Naskirina Qirkirinê, ji bo çareserkirina travmaya bi serê civaka Êzidî ve hatiye, gaveke girîng e."

Lûcks destnîşan kir ku ji bo civaka Êzidî ya tê xwestin "jiyaneke bi ewle û aştî ye."

Dadgeha Elman Mijdara derbasbûyî DAÎŞ'iyekî Iraqî ji ber sûcê qirkirina li dijî Êzidiyan mehkûm kiribû. Ev mehkûmiyet li cîhanê gaveke nû bû.

Tîmeke lêpirsîna taybet a Neteweyên Yekbûyî meha Gulana 2021'ê ragihandibû ku têkildarî qirkirina li dijî Êzidiyan, "delîlên şênber û cihê baweriyê" kom kirine.

3'ê Tebaxa 2014'an li Şengalê di dema êrişên qirkirinê de bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran hatin revandin û di asta koletiya zayendî de li bazaran hatin firotin. Hîn jî aqûbeta bi hezaran ji wan nayê zanîn. Li gorî daneyên hatine piştrastkirin, çeteyên DAÎŞ'ê herî kêm 5 hezar Êzidî qetil kirin û 7 hezar jî revandin.