Li ser daxwaza Tirkiye ciwanê Kurd li Elmanya hate girtin

Ciwanê Kurd ê bi navê Yaser Ornek ê tevlî mafê wî yê nîştecêbûnê ya li Swîsreyê heye jî, li Elmanyayê hate destgîrkirin, li ser daxwaza Tirkiye hate girtin.

Ciwanê Kurd ê bi navê Yaser Ornek (27) berî bi 4 salan ji ber zextên siyasî yên li Tirkiyeyê koçî Swîsreyê kiribû, li herêma Bernaû ya girêdayî eyaleta Mûnîh a Elmanyayê ku ji bo serdanê çûbû, hate destgîrkirin.

Ornek ê ji aliyê rayedarên Elmanyayê ve piştî 6 rojan hate destgîrkirin û şûnde, Tirkiye daxwaza radestkirina wî dikin.

Li gorî agahiyên ji parêzeran hate girtin, Ornekê wê roja Sêşemê bişînin girtîgeha ewlekariya bilind a Munîhê.

Hevalê Ornek Dûrmaz Yahîşî yê dema ku ew destgîrkirin li gel bû, dema di rê de bûn ji aliyê polîsan ve hatiye sekinadin, bi rengê kelepçekirina ji piştê ve bi saetan sekinandine.

Yahîşî destnîşan kir ku tevî israran polîsan ti agahî bi wan re parvenekiriye, fikarên wan heye ku Ornek radestî Tirkiyeyê bikin. Hahîşî banga hestiyariyê kir.

Haser Ornek dema ku li Zanîngeha Çûkûrovayê dixwend ji ber çalakiyên xwe yên demokratîk û aktivîteyan hatibû destgîrkirin û girtin.

Ornek piştî girtina 3 mehan û şûnde li ser darezandina derve hate berdan. Lê piştre bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ ceza lê hate birîn. Ornek sala 2018’an li Swîsreyê mafê penaberiya siyasî girtibû.