Roja Duşemê li bajarê Gavle yê Swêdê li qada Radhustenê saet di 18:00 de çalakiyeke şermezarkirinê hate lidarxistin.
Kurd û komên enternasyonalîst tevlî çalakiyê bûn. Nivîskar Anna Jorgensdotter li çalakiyê axivî û got, "Ti aliyekî qebûlkirinê yê helwesta Swêdê, yê bazariya bi dîktatorekî re nîne."
Bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Jin Haco jî ji bo Swêd û Fînlandiyayê got, "Hûn Kurdan ji dil ve diêşînin. Hûn fikara li nava Kurdan mezin dikin."
Bi navê aktîvîstên ciwan Klas Îvarsson jî got, "Em li dijî şer in û naxwazin ku bi dîktator Erdogan re bazarî bê kirin."
Di çalakiyê de li gel komeke muzîkê ya amator, her wiha ji koma Helbestvanên li dijî Şer Karîn Nîlsson helbestek xwend.
Enternasyonalîstan di çalakiyê de alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.