Girtina ciwanê Kurd li Bernê hate protestokirin
Li Kantona Bernê, girtina ciwanê bi navê Yaser Ornek ê li Elmanya hate girtin bi çalakiyekê hate protestokirin.
Li Kantona Bernê, girtina ciwanê bi navê Yaser Ornek ê li Elmanya hate girtin bi çalakiyekê hate protestokirin.
Ciwanê Kurd ê 27 salî yê rûniştina wî li Swîsreyê bû, li ser daxwaza dewleta Tirk a dagirker di 2’ê Tîrmehê de li bajarê Munchen ê Elmanyayê hate girtin. Dewleta Tirk daxwaza radestkirina Ornek dike.
Komek Kurd û enternasyonalîstan li ber avahiya konsolosxaneya Elmanya ya li Bernê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de pankartên “Ji bo Yaser Ornek azadî“ û “Bila radestkirina Yaser Orenk bê rawestandin“ hildan û xwestin bi rayedarên konsolxaneyê re hevdîtinê pêk bînin. Lê bi hinceta ku rayedar li konsolxaneyê nîne, daxwaza çalakgeran hate redkirin.
Li vir Hevberdevkê Komeleya Çanda Kurd a Bernê Munîr Ay axivî û bertek nîşanî Elmanya û welatên Ewropa yên ku polîtîkayên faşîst ên Tirkiyeyê pêk tînin, da. Ay da zanîn ku rûniştina Yaser Ornek li Swîsreyê ye û got: “Girtina Ornek derqanûnî ye. Ji bo ku Ornek were berdan ew ê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin.“
Piştî axaftina Ay, enternasyonalîstan bi zimanê Elmanî daxuyanî xwend.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.