EWROPA
Hemû Nûçe
-
Johnson wê ji serokatiya partiyê îstifa bike
Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson piştî îstifayên li pey hev hatin kirin, biryar da ku dest ji serokatiya partiya muxafazakar berde. Lê belê wê heta payîzê serokwezîrtiyê dewam bike. -
Li Kîelê kampanya îmzeyan a li dijî qedexeya PKK’ê
Li bajarê Kîel ê Elmanyayê, ji bo kampanyaya îmzeyan a ji bo rakirina qedexeya PKK'ê ya li Ewropayê, stand hat danîn. -
Li Floransayê peymana NATO-Tirkiyeyê hat protestokirin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Florensa yê Îtalyayê hatin cem hev, peymana NATO û Tirkiyê li ber konsolosxaneya Swêdê protesto kirin. -
Li Stockholmê li dijî daxwazên ne rewa yên dewleta Tirk meş tê lidarxistin
Li bajarê Stockholmê li hemberî daxwazên ne rewa yên dewleta Tirk a dagirker wê di 9’ê Tîrmeha 2022’an de meşek girseyî bê li darxistin. -
Rapora meclîsa Elman: Parvekirina agahiyên li ser komeleyên Kurdan nehiqûqî ye
Daîreya Xizmetên Zanistî ya Meclîsa Federal a Elman diyar kir ku parvekirina agahiyên li ser komeleyên Kurdan bi îstîxbaratê û midûriyetên emniyetê re, li dijî hiqûqê ye. -
Zeynep Kinaci li Saarbruckenê hate bîranîn
Gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) ku 30'ê Hezîrana 1996'an li Dersimê li dijî artêşa Tirk çalakiya fedaî kir û şehîd bû, li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê hate bîranîn. -
Aktivîstên TCŞ'ê beşdarî mîhrîcana Antîfaşîst bûn
Aktivîstên TCŞ’ê beşdarî Mîhrîcana Offene Anti Fashismus a li Kantona St Gallen a Swîsreyê bûn. -
Li Stokholmê şehîd hatin bibîranîn
Li Stockholmê ji bo şehîdan merasîma bîranînê hate lidarxistin. -
Li Zurîhê Forûma Demokrasî û Azadiyê
Li Zurîha paytexta Swîsreyê, bi banga 44 rewşenbîr û siyasetmedaran Forûma Demokrasî û Azadiyê tê lidarxistin. -
Di Mîhrîcana Fusion a li Larzê de 20 hezar alên YPG û YPJ’ê hatin hildan
Di mîhrîcaneke li bajarê Larzê yê eyaleta Mecklenburg-Vorpommern a li bakurê rojhilatê Elmanyayê hat lidarxistin de, 20 hezar alên YPG û YPJ’ê hatin hildan. -
Peymana Madrîdê li Osloyê hat protestokirin
Peymana li Madrîdê ya li ser Kurdan a di berdêla endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO'yê de hat kirin, li Osloyê bi mîtîngekê hat protestokirin. -
Di Festîvala Antîfaşîst de tecrîd û êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin
Di Festîvala Antîfaşîst a li Yewnanîstanê de hatî li dar xistin de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê, hate şermezarkirin. -
Ciwan li dijî tecrîd û dagirkeriyê meşiyan
Li du banliyoyên Parîsê û bajarê Marsîlyayê yên Fransayê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ciwan li dijî tecrîd û dagirkeriyê meşiyan. -
Zîlan li Lîmasolê hate bibîranîn
Zeynep Kinaci (Zîlan) di salvegera 26’emîn a çalakiya xwe ya fedayî de li Lîmasolê hate bibîranîn. -
Qurbaniyên Komkujiya Madimakê li Berlînê hatin bibîranîn
Li Berlînê 33 qurbaniyên Komkujiya Madimakê hatin bibîranîn. -
Elmanya parastina qesasên Madimakê dike
Herî kêm 9 kesên ku Komkujiya Sêwasê organîze kirin, niha li Elmanyayê di bin parastina dewletê de dijîn. Heta qatilek ji qatilan Mûrat Songûr ji îstixbaratê re sîxurtiyê dike. ANF’ê xwe gihand hejmara qeyda Songûr a di îstixbaratê de. -
Hejmara meha Hezîranê ya rojnameya Serxwebûnê derket
Hejmara 486’an a Serxwebûnê û manşeta ‘Dibe ku werin Zapê lê ew ê bi ser nekevin. Şer di înisîyatîfa gerîlayan de ye’ derket. -
Li Krefeldê kampanyaya li dijî qedexeyê dewam dike
Weke her roja Înê li Krefeldê vê hefteyê jî têkildarê qedexeya PKK’ê stand hat danîn, di standê de îmze hatin komkirin û ji kesên li ber standê re derbas dibûn re têkildarê standê agahî dihat dayîn. -
Li ber Sefaretxaneya Swêd a Lîvornoyê çalakî hat lidarxistin
Li dijî vê yekê ku tê xwestin Kurd bi qanûna terorê ku li Swêdê ji 1’ê Tîrmehê û şûn ve dikeve meriyetê, bên krîmanîlîzekirin, li Lîvornoyê çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin. -
Endamên TJK-E’yê: Heta ku Rêbertî azad nebe gelê Kurd azad nabe
Li Strasboûrgê endamên TJK-E’yê Nobeta Azadiyê ku dikeve sala xwe ya 11’emîn dewr girtin û destnîşan kirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tê wateya azadiya gelê Kurd. -
Ji bo ciwanê Kurd ê ku li Londrayê hate qetilkirin, merasîmek hate lidarxistin
Ji bo ciwanê Kurd Alî Baygoren ê ku li Londrayê bi kêrê hatibû qetilkirin, merasîmeke veşartinê hate lidarxistin. Bi sedan kes tevlî merasîmê bûn. -
Kongreya Avakirinê ya Dersimê: Me Madimak ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin
Kongreya Avakirinê ya Dersimê bi bîr xist ku Komkujiya Madimakê ku sûcekî li dijî mirovahiyê ye, nabe ku di ber demê re biçe û got, "Heta ku em nebêjin ev doz qediya ye, wê neqede." -
Halîm Dener li cihê ku hatî qetilkirin hate bibîranîn
Li Hannoverê Halîm Dener ê ku 30'ê Hezîrana 1994'an dema ku afîşa ERNK'ê dadaliqand ji aliyê polîsên Elman ve hate qetilkirin hate bibîranîn. -
Zîlan li Parîs û Atînayê hate bibîranîn - HATE NÛKIRIN
Zeynep Kinaci (Zîlan) di salvegera 26’emîn a çalakiya xwe ya fedayî de li Fransa û Yewnanistanê hate bibîranîn. -
Komkujiyên koçberan li Swîsreyê hat protestokirin
ADGB'ê, qetlîama koçberan a li Melîlla ya li ser sînorê Bakurê Efrîqayê protesto kir û diyar kir ku eger sedemên koçberiyê ji holê neyên rakirin, wê komkujiyên nû yên koçberan rû bidin û li dijî sîstemên emperyalîst banga têkoşînê kir.