Johnson wê ji serokatiya partiyê îstifa bike

Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson piştî îstifayên li pey hev hatin kirin, biryar da ku dest ji serokatiya partiya muxafazakar berde. Lê belê wê heta payîzê serokwezîrtiyê dewam bike.

Li gorî BBC, Serokwezîr Borîs Johnson wê vê pêncşemê ji serokatiya partiya muxafazakar îstifa bike.

Heman çavkaniyê ragihandin ku Johnson wê heta payîzê wezîfeya serokwezîrtiyê dewam bike.

Partiya muxafazakar plan dike ku vê havînê rêveberiyeke nû diyar bike. Beriya konferansa partiyê ya meha Cotmehê, tê payin ku serokwezîrê nû jî diyar bike.

Ji Sêşemê û vir ve ji hikumeta Johnson herî kêm 60 kesî îstifa kir ku pênc ji wan wezîr bûn.

Bi rojane ji bo îstifaya ji serokwezîrtiyê bang li Johnson tê kirin.