KON-MED: Bila Cejna malbatên şehîdan û ya hemû Misilmanan pîroz be
KON-MED’ê Cejna Qurbanê pîroz kir û got “Divê em bibin deng û hilma gerîlayên Kurd ên têdikoşin da ku vê axê bikin cihê cejnê.”
KON-MED’ê Cejna Qurbanê pîroz kir û got “Divê em bibin deng û hilma gerîlayên Kurd ên têdikoşin da ku vê axê bikin cihê cejnê.”
Konfederasyona Civakên Kurdistanî (KON-MED) ya li Elmanyayê, ji bo Cejna Qurbanê peyamek da.
Peyam wiha ye: “Pêşîn malbatên şehîdan, bila Cejna Qurbanê li Kurdan û Misilmanan tevan pîroz be û Cejna Qurbanê ya sala 2022’yan li Rojhilatê Navîn, li alema Îslamê bibe wesîleya edalet, aştî, aramî û yekîtiyê. Divê parkirin, piştevanî, dostanî û biratiya gelan xurt bibe, têkoşîna demokrasî û azadiyê gurtir bibe.”
‘DESTHILATDARIYA AKP-MHP’Ê NEYARÊ KURDAN Û DÎN E’
Di peyamê de ev tişt jî hatin diyarkirin:
“Di vê Cejna Qurbanê de, Kurd rû bi rûyê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst in. AKP-MHP’ê, bi kirina wek zindan a Bakurê Kurdistanê, dagirkirina başûrê Kurdistanê, birina êrîşan bi ser gerîlayan de bi çekên kîmyewî û bi êrîş û polîtîkayên dagirkirinê yên ji bo rakirina ji holê ya statuya Rojava careke din nîşan da ku neyarê Kurd û mirovahiyê û dijberê dîn e.
Em Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn, divê li dijî polîtîkayên bi armanca qirkirina Kurdan bi deng û çalakiyên xwe bi bandor bibin. Ji bo şikandina bêdengiya li dijî polîtîkayên qirkirina Kurdan û gerîlayên azadiyê ku têdikoşin da ku vê axê bikin cihê cejnê bibin deng û hilm.
Bi ya me, divê di civat û serdanên cejnê de, rojeva asas a gelê me yekîtiya neteweyî be.”