Navenda PEN a Kurd kongreya xwe ya 11'emîn lidar xist
Navenda PEN a Kurd kongreya xwe ya 11'emîn lidar xist û rêveberiya xwe nû kir. Anîsa Cahferîmehr û Omer Fîdan bûn hevserokên nû yên Navenda PEN a Kurd.
Navenda PEN a Kurd kongreya xwe ya 11'emîn lidar xist û rêveberiya xwe nû kir. Anîsa Cahferîmehr û Omer Fîdan bûn hevserokên nû yên Navenda PEN a Kurd.
Navenda Pen a Kurd kongreya xwe ya 11’emîn roja 9’ê Tîrmeha 2022’an li bajarê Oldenbûrgê ê Elmanyayê bi beşdariya zêdetirî 70 endaman pêk anî.
Kongre bi dirûşma 'Zimanê me hebûna me ye!” pêk hat û der barê xebatên Navenda PEN a Kurd û têkoşîna rewşenbîriya Kurdî de nîqaş û nirxandin hatin kirin.
Di kongreyê de di serî de Serokê PEN a Navneteweyî û endamê Navenda PEN a Kurd Bûrhan Sonmez, berpirs û rayedarên gelek sazî û enstîtuyên Kurdan ên li çar aliyên cîhanê, gelek navendên PEN ên din û gelek kesayetan bi nameyên pîrozbahiyê û silavnameyan piştgiriya xwe ya ji bo kongreyê diyar kirin.
Di kongreyê de piştî gengeşeyên li ser rêbazê, Komîteya Birêvebir a Giştî ya ku ji 9 endamên esil û 6 endamên cihgir pêk tê bi dengê 67 endaman hat hilbijartin.
Her wiha di kongreyê de serokên şanaziyê yên Navenda PEN a Kurd Dr. Bêrîvan Doskî û Dr. Zerdeşt Haco bi boneya xebatên ku heta niha ji bo Navenda PEN a Kurd kirine hatin pîrozkirin û xelatkirin.
Piştî hilbijartinê kongre bi hêvî û daxwazên beşdaran bi awayekî serkeftî bi dawî bû.
Di heman rojê de di çarçoveya Rêbaza Navenda PEN a Kurd de, civîna yekemîn a Komîteya Birêvebir a Giştî ya nû bi rojeva karbeşiya navxweyî, bi birêvebirina endamên dîwana kongreyê Dr. Bêrîvan Doskî, Abdullah Hicab û Kemal Sîdo pêk hat.
Di civînê de karbeşî hat kirin û Omer Fîdan û Anîsa Cahferîmehr wek hevserokên Navenda PEN a Kurd hatin hilbijartin. Her wiha Dilşad Xoşnaw wek sekreterê giştî, Salihê Kevirbirî û Dîmen Sohrabî jî wek berpirsên darayî hatin hilbijartin.
Endamên Komîteya Birêvebir a Giştî ya Navenda PEN a Kurd ên ku di kongreya 11’emîn de hatin hilbijartin li gor rêza alfabeyê ev in:
Endamên Esil:
1. Anîsa Cehferîmehr
2. Dêrsim Oremar
3. Dilşad Xoşnaw
4. Dilşa Yûsif
5. Mesûd Eqil
6. Omer Fîdan
7. Roza Metîna
8. Salihê Kevirbirî
9. Şine Fayiq
Endamên Cihgir:
1. Dîmen Sohrabî
2. Heval Dilbihar
3. Mîrhem Yîgît
4. Resûl Geyîk
5. Ronî Stêrk
6. Sultan Yaray