Kordînasyona civaka Êzidî ya Ewrûpayê Cejna Qurbanê pîroz kir
Kordînasyona civaka Êzidî ya Ewrûpayê bi peyameke nivîskî Cejna Qurbanê li civaka Êzidî, gelê Kurd û Kurdistanê û li hemû mirovahiyê pîroz kir.
Kordînasyona civaka Êzidî ya Ewrûpayê bi peyameke nivîskî Cejna Qurbanê li civaka Êzidî, gelê Kurd û Kurdistanê û li hemû mirovahiyê pîroz kir.
Kordînasyona civaka Êzidî ya Ewrûpayê ya ku Sîwana Meclisên Jinên Êzîdî (SMJÊ), Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YÊK), Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), Hevbendiya Êzidiyên Sûriyeyê (HÊS), Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ) û Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ) tê de cih digirin, bi peyameke nivîskî Cejna Qurbanê pîroz kirin.
Di peyamê de ev tişt hate diyarkirin:
“Em Kordînasyona civaka Êzdî a Ewrûpayê û hemî pêkhateyên xwe, vê Cejna Birahîm Xelîl, Cejna Qurbanê, di serî de li civaka xwe a Êzidî, li tevahiya Kurd û Kurdîstan û hemî mirovahiyê pîroz dikin.
Cejna Qurbanê di wateya xwe de baweriya bi Xwedayê mezin e, li ser vî esasî jî hevgirtin û biratî ye. Em hêvî dikin ku ev cejn çi ji bo civaka me ji bo tevahiya welatê me Kurdistanê bibe wesîleya aşîtî û aramiyê.
Em her çiqas wek Kurdên xwedî vîna azad, wek li Heremên Parastinê Medyayê, li Rojava û her wisa jî li Şengalê di bin êrîşên mezin de bin jî, me stûyê xwe li ber dijminan xwar nekiriye. Em ji demeke dijwar derbas dibin, di vê demê de divê zêdetir berxwedan û parastina Kurdistanê derkeve pêş. Dijminên me çiqas xwe dîndar bibînin jî, mixabin her tim bi navê dîn xwestine me tune bikin, welat û destkeftên gelê me desteser bikin, di serî de jî xwezaya welatê me talan bikin.
Roja ku êrîşên qirêj bi çekên kîmyewî neynin ser çiya, av û kaniyên me tuneye, hedefa wan a sereke jî têkbirina şervanên azadiyê ye, di rojên Cejn û muqedes de jî rêza wan tuneye û qaşo xwe bawermend û dîndar jî dibînin.
Têkçûna dijminan wê bi yekîtî û tifaqa gelê me pêk were, divê em jî hemî derfetan, ji bo xurtkirina yekîtiya xwe bi kar bînin, em bi wateya cejnên xwe hev bigirin û hêza xwe bikin yek.
Ji bo piştgirtin û xurtkirina şervanên azadiyê divê oldar û bawermendên me jî wek pêşengên civakê rolê xwe pêk bînin û li hemî deveran banga parastina Kurdistanê bilind bikin.
Em dubare vê Cejna qedîm di serî de li gelê Kurd û li hemû mirovahiyê pîroz dikin û ji bo welatê xwe Kurdistanê aşîtî û aramiyê hêvî dikin.”