Kurê Qazî Mihemed Elî Qazî wefat kir
Kurê Serokomarê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed, Elî Qazî Mihemed îro di saetên serê sibehê de li bajarê Bonn yê Elmanyayê wefat kir.
Kurê Serokomarê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed, Elî Qazî Mihemed îro di saetên serê sibehê de li bajarê Bonn yê Elmanyayê wefat kir.
Kurê Serokomarê Komara Kurdistanê (Komara Mahabadê) Qazî Mihemed, Elî Qazî îro saet di 05:00’an de li bajarê Bonn ê Almanyayê di 89 saliya xwe de wefat kir.
Elî Qazî di sala 1933’an de li Mehabadê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû û di dema ragihandina Komara Kurdistanê de 13 salî bû.
Elî Qazî demekê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê bû, lê ji ber nexweşiyê dest ji serokatiya partiyê berdabû.
Elî Qazî kurê yekane yê malbatê bû û 4 kur û keçeke wî hene.
Elî Qazî daxwaz kiribû ku cenazeyê wî vegerînin Mehabadê û li wir veşêrin.
Komara Kurdistanê di 22’yê Çileya 1946’an de ji aliyê Qazî Mihemed ve li bajarê Mehabad ê Rojhilatê Kurdistanê hat ragihandin û tenê 11 mehan dom kir. Piştî ku komar hat hilweşandin, di 31’ê Adara 1947’an de Qazî Mihemed û hevalên wî li Qada Çarçira ya Mehabadê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ya wê demê hatin darvekirin.