KCDK-E’yê Cejna Qurbanê pîroz kir
KCDK-E’yê Cejna Qurbanê pîroz kir û banga hevgirtin û têkoşînek xurtir li gel kir.
KCDK-E’yê Cejna Qurbanê pîroz kir û banga hevgirtin û têkoşînek xurtir li gel kir.
KCDK-E bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di peyama KCDK-E de ev tişt hat gotin: “Li dijî gefên dagirkeriyê yên li ser hemû parçeyên Kurdistanê divê em ji her demê zêdetir yekîtiya xwe ya netewî ava bikin. Polîtîkayên qetlîamker ên tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ya li ser erdnîgariya Kurdistanê di Cejna Qurbanê de jî dewam dikin. Zîhniyeta barbar a DAIŞ'ê û AKP'ê nahêle gelê me bawerî û cejnên xwe pîroz bike, bi êrîşên xwe cejnên wan jî asteng dikin. Di êrîşên xwe yên li dijî cihên sivîlan de bêyî ku ferqa zarok, jin û kal û pîran bike, gelê Kurd dike hedef.
'WÊ LI BER BERXWEDANÊ WINDA BIBIN'
Êrîşên dagirkeriyê yên Erdogan û hikûmeta wî li hemû Kurdistanê, Şengal, Mexmûr, Başûrê Kurdistanê û Rojava, di roja cejnê de jî berdewam dikin. Dîktator Erdogan û dewleta AKP'ê ku ol, exlaq û hiqûqê nas nake, wê li pêşberî berxwedana gelê me û komên mûxalîf ên demokratîk winda bike. Dîktator Erdogan û dewleta AKP’ê ku ol, exlaq û hiqûqê nas nake û ji hemû nirxên mirovahiyê dûr in, ji tirsa windakirina li hemberî berxwedana gelê me û beşên mûxalefeta demokratîk serî li komkujiyan dide.
'DIVÊ EM XWEDÎ LI HEV DERKEVIN’
Ji bo vê yekê divê gelê me ji her demê zêdetir hev hembêz bike, bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana hevdu bike, hevgirtina xwe ya madî û manewî bi hev re zêde bikin. Bı taybet di serî de gelê me yên li Şehba ku hewcedarê alîkariyê ne, divê em yekîtiya neteweyî û ruhê hevgirtina hevpar xurtir bikin. Li dijî gefên dagirkeriyê yên li ser hemû parçeyên Kurdistanê, divê em yekîtiya xwe ya netewî hîn bi hêztir hembêz bikin.
Em KCDK-E cejna hemû mirovahiyê bi taybetî li gelê Kurd pîroz dikin, bi hêviya ku ev cejn li gelê me û mirovahiyê yê bindest bibe sedema azadî, wekhevî, biratî, demokrasî û edaletê. Em hêvî dikin ku ev cejn bibe sedema xurtbûna hevgirtin û parvekirinê."