Li Qibrisê di rojekê de 3500 îmze hatin berhevkirin
Li Qibrisê ji bo ku PKK ji “lîsteya terorê” bê derxistin, di çarçoveya kampanyayê de di rojekê 3500 îmze hatin berhevkirin.
Li Qibrisê ji bo ku PKK ji “lîsteya terorê” bê derxistin, di çarçoveya kampanyayê de di rojekê 3500 îmze hatin berhevkirin.
Li Kurdistan, Ewropa û seranserî cîhanê kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê“ berdewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de li Qibrisê di rojekê de 3500 îmze hatin berhevkirin.
Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê di kongreya xwe de armanc kirîbû ku her yek endamê meclîsê ji bo ku PKK ji “lîsteya terorê“ bê derxistin 500 îmzeyan berhev bike.
Meclîsa Gelê Gelê Kurd a ji 35 kesan pêktê, her roj li navendekê standa îmzeyan datînin û îmzeyan berhev dikin. Hate diyarkirin ku di nava rojekê de 3500 îmze hatine berhevkirin.