EWROPA
Hemû Nûçe
-
KCÊ-E ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariyê kir
Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) ji bo mexdûrên erdhejê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê banga alîkariyê kir û xwest, alîkarî bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bê kirin. -
Li Fînlandiyayê meşa dirêj a ji bo Abdullah Ocalan
Li Fînlandiyayê bi dirûşma "Erdogan ê qirker darizîne, Azadî ji Ocalan re" meş û mîtîngek hate lidarxistin. -
KCDK-E û TJK-E'yê ji bo sê rojan şîn ragihand, ji bo seferberiyê jî bang kir
KCDK-E û TJK-E'yê ji bo bîranîna qurbaniyên felaketa erdhejê 3 rojan şîn ragihand û ji bo alîkarî bi lez bigihêje malbatên hewcedar bang kir ku alîkarî bi rêya hesabên Heyva Sor a Kurdistanê bêne kirin. -
Ciwanan di roja duyem a Meşa Dirêj de gihiştin Stûttgartê
Ciwanan di roja duyem a Meşa Dirêj de ji Lûdwîgsbûrgê heta Stûttgartê meşiyan. Her wiha li ber girtîgeha Stammheîmê de ji bo piştevaniya bi girtiyan re mîtîng li dar xistin. -
Meşa Dirêj: Heta ku Rêber Apo azad dibe!
Di meşa enternasyonalîstan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, peyama “Heta ku Rêber Apo azad dibe, em ê di çalakiyan de bin” hat dayîn. -
Meşa Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan di roja 2’an de ye
Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî lidarxistin, di roja 2’an de li Lûdwîgsbûrgê destpê kir. -
Li Cenevreyê meşa enternasyonalîstan destpê kir
Meşa enternasyonalîstan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, destpê kir. -
Heyva Sor a Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê banga lezgîn a alîkariyê kir
Heyva Sor a Kurdistanê ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê banga lezgîn a alîkariyê kir. -
Roja yekem a Meşa Dirêj a Heîlbronnê bi dawî bû
Ciwanên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Heîlbronnê Meşa Dirêj li dar xistin, li ber avahiya kargeha hilberandina kamerayên termal dabînkirina cebilxaneyan ji dewleta Tirk re protesto kirin. -
Konferansa enternasyonalîstan bi dawî bû
Konferansa ku enternasyonalîstan beriya Meşa Dirêj ku wê li Cenevreyê dest bikin, li dar xist, piştî niqaşa li ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hevrêtiya wî ya bi jinan û tecrîda li Îmraliyê berdewam e, bi dawî bû. -
Meşa Dirêj a li Hollandayê di roja duyemîn de ye
Meşa Dirêj a ku li Hollandayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, di roja xwe ya duyemîn de li Amsterdamê berdewam kir. -
Li Martîgûesê panela Jineolojiyê
Li Martîgûesê li ser têgih, rêbaz, geşedana dîrokî û aliyên dîrokî yên Jineolojiyê panelek hat danîn. Li panelê, di der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku paradîgmaya azadiya jinan daniye holê, pirs hatin kirin. -
Li Atînayê tundiya li dijî penaberan hat şermezarkirin
TCŞ‘ê û komên anarşîst ku RiseUp4Rojava jî di nav de ye, li Atînaya paytexta Yewnanistanê bi çalakiyekê tundiya li dijî penaberan şermezar kir. -
Komploya Navneteweyî li Kîelê hate protestokirin
Kurdistanî û dostên wan ên Elman salvegera 24’emîn a Komploya Navneteweyî bi meşa dirêj protestokirin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga tevlêbûna meşa navendî ya li Strasboûrgê kirin. -
Tifaqa Ked û Azadiyê li Swîsreyê dest bi kampanyaya hilbijartinê kir
Tifaqa Ked û Azadiyê, li Swîsreyê dest bi kampanyaya hilbijartinê kir. Endamê Koordînasyona Ked û Azadiyê Nejdet Atalay, got: “Hilbijartinên sala 2023’yan gelek giring in. Wê çarûnûsa welêt pê diyar bibe.“ -
Li Sydneyê ji bo azadiya Abdullah Ocalan gera bi keştiyan hat kirin
Li Sydneyê ji bo azadiya Abdullah Ocalan gera bi keştiyan hat kirin û tecrîd hat protestokirin. -
Konferansa enternasyonalîstan a li Cenevreyê
Enternasyonalîstên ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd bimeşin, li Cenevreyê konferansek lidar xistin. -
Meşa Dirêj li Elmanyayê destpê kir
Ciwanên li Ewropayê bi dirûşma "Em ê di sala 2023'yan de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin" dest bi Meşa Dirêj kirin. -
Li Fînlandiyayê wê ji bo Rêberê Gelê Kurd meşa dirêj bê lidarxistin
Li bajarê Oûlû yê Fînlandiyayê wê bi dirûşmeya “Erdogan şermezar bikin, faşîzma Tirk rawestînin, azadî ji bo Ocalan” meşa dirêj bê lidarxistin. -
'Gelê Kurd 24 sal in dîl girtî ye, ji bo azadiyê tevlî çalakiyan bibin'
Endamên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk destnîşan kirin ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelê Kurd 24 sal in dîl girtî ye û ji bo dawîanîna li vê dîlgirtinê banga ji bo tevlîbûna li çalakiyên li dijî komployê kirin. -
Endamên ADGB’ê ji bo kampanyaya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ bang kir
Endamên Yekîtîya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê, banga tevlêbûna kampanyayê kir ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin. -
Li Mannheîmê meşa li dijî tecrîdê
Meşa 3 rojan ku bi pêşengiya FCDK-KAWA hate organîzekirin, îro li Mannheîmê dewam kir. Di meşê de hate xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin. -
Li Fransayê beriya ‘meşa mezin’ xwepêşandanên protestokirina 15’ê Sibatê
Di meşên protestoyî ku li Fransayê hatin kirin de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê ji ser, hat diyarkirin ku wê çalakî bêhtir bên lidarxistin û banga tevlêbûna meşa 11’ê Sibatê ya li Strasboûrgê hat kirin. -
Şehîdên Parîsê li Reîmsê hatin bibîranîn
Ji bo Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên ku di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Reîmsê merasîma bîranînê hate lidarxistin. -
Komploya Navneteweyî li Rennes û Kîelê hat protestokirin
Kurdistanî û dostên xwe ku ji bo protestokirina Komploya 15’ê Sibatê li Rennes û Kîelê daketin qadan, bang li gelên cîhanê kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêhtir bibin piştevan û têbikoşin.