Meşa Dirêj a li Hollandayê di roja duyemîn de ye
Meşa Dirêj a ku li Hollandayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, di roja xwe ya duyemîn de li Amsterdamê berdewam kir.
Meşa Dirêj a ku li Hollandayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, di roja xwe ya duyemîn de li Amsterdamê berdewam kir.
Meşa Dirêj a ku li Hollandayê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, A Niha” de hate organîzekirin, piştî Deen Haagê di roja duyemîn de li paytext Amsterdamê berdewam kir.
Girseya ku di roja duyemîn a meşê de saet di 11:00’an de li Parka Wester li hev civiyan, ji kolanên qelebalix ên Amsterdamê heta Mûseûm Pleînê meşiyan. Di tevahiya meşê de Komploya Navneteweyî bi dirûşmeyan hate protestokirin.