Ciwanên ku her sal beriya komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hate kirin, ji bo protestokirinê Meşa Dirêj li dar dixin û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan armanc dikin.
Meşa Dirêj ku bi vê armancê li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê hate lidarxistin, roja xwe ya yekem li pey xwe hişt. Bi sedan ciwan tev li meşê bûn. Ciwanan di roja yekem a meşê de piştî meşa 17 kîlometreyan li ber avahiya AIM Infrarot-Module GmbH (Kargeha hilberandina kamerayên termal) mîtîng li dar xist û firotina kamerayên termal ku ji bo balafirên bêmirov ên çekdar hatiye hilberandin, ji dewleta Tirk û welatên NATO’yê re protesto kir.
Ciwanan destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi van balafiran li her derê Kurdistanê sûcê mirovahiyê dike û gotin, “Em vê qebûl nakin. Em ciwan heta dawî li dijî polîtîkayên faşîst ên li hemberî Kurdan li ber xwe bidin.
Ciwanan wê sibê ji Lûdwîgsbûrgê heta Stûttgartê bimeşin.