Li Fînlandiyayê meşa dirêj a ji bo Abdullah Ocalan

Li Fînlandiyayê bi dirûşma "Erdogan ê qirker darizîne, Azadî ji Ocalan re" meş û mîtîngek hate lidarxistin.

Li bajarê Oulu yê Fînlandiyayê bi dirûşma "Erdogan ê qirker darizîne, Azadî ji Ocalan re" Meşa Dirêj hate lidarxistin.

Di çalakiyê de tawîz û lihevikrina hikumeta Fînlandiyayê ya bi dewleta Tirk re ya di berdêla endametiya NATO'yê de hate şermezarkirin. Bi navê komîteya amadekar daxuyaniyek hate dayin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Girseya gel piştî daxuyaniyê bi alên PKK'ê û pankartên bi nivîsa "Têkildarî Erdogan ê qirker biryarê bidin", "Azadî ji Ocalan re" meşiya.