Tifaqa Ked û Azadiyê li Swîsreyê dest bi kampanyaya hilbijartinê kir

Tifaqa Ked û Azadiyê, li Swîsreyê dest bi kampanyaya hilbijartinê kir. Endamê Koordînasyona Ked û Azadiyê Nejdet Atalay, got: “Hilbijartinên sala 2023’yan gelek giring in. Wê çarûnûsa welêt pê diyar bibe.“

Tifaqa Ked û Azadiyê jî ‘Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê û Derveyê Welêt’ ava kir. Hefteya çûyî gelek rêxistin hatin ba hev û biryar dan ku dest bi kampanyaya hilbijartinê bikin.

Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S), Federasyona Komeleyên Karkeran ên Demokratîk (DÎDF), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Federasyona Karkerên Koçber a Swîsreyê (ÎGİF), Yekîtiya Suryanên Ewropayê (ESÛ), Partiya Sosyalîst a Damezirîna Ji Nû Ve (SYKP), Federasyona Yekîtiyên Elewiyan ên Swîsreyê (ÎABF), Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP), Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Ewropayê (ATÎK), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Federasyona Komeleyê Gurgumê (MARDEF), Platfroma Kurdên Anatoliyaya Navîn (PKAN), bi danezanê ragihand ku plansaziya amadekariya hilbijartinan kiriye.

Di danezanê de wiha hat gotin: “Rejîma yek zilamî, pergaleke otorîter e ku tim ber li rejîma xwe fereh dike. Em jî ji bo parastina azadiya xwe li dijî vê rejîma zilmkar ‘rêya xwe ya sêyemîn mezin bikin’.

Di daxuyaniyê de banga geşkirina têkoşînê li gelên li Swîsreyê dimînin, hat kirin.

‘HILBIJARTINÊN SALA 2023’YAN GELEK GIRING IN’

Endamê Koordînasyona Ked û Azadiyê û Şaredarê Êlihê yê Berê Nejdet Atalay, di der barê xebata ji bo hilbijartinan a li Swîsreyê de agahî dan ajansa me. Atalay destnîşan kir ku hilbijartinên Serokkomarî û parlamenteriyê ku wê sala 2023’yan bên kirin ne wek hilbijartinên berê ne û got: “Ev hilbijartin ne bi tenê guherîna desthilatdariyê ye. Wê çarenûsa Tirkiyeyê pê diyar bibe. Ji wê boneyê her dengekê ku bê dayîn, gelek giring e.“

‘DIVÊ EM DANGA DENGÊ XWE YA KESAN ZÊDE BIKIN’

Atalay, îşaret pê kir ku li Ewropayê çûna ser sindoqan û dana dengê xwe pir kêm e û ji ber giringiya hilbijartinê ji her kesî xwest ku biçe, dengê xwe bide û wiha got: “Derfeta têkçûna hilbijartinê çêbûye. Divê her kes vê fersendê cidî bibîne û bi kar bîne.“

‘5 ROJAN WÊ DENG BÊN DAYÎN’

Atalay da xuyakirin ku li Swîsreyê bi tenê bi 5 rojan wê mirov bikare dengê xwe bide û da zanîn ku wê sindoq li Zurîh, Bern û Cenevreyê bên danîn û wiha pê de çû: “Hilbijêrên Ewropayê dikarin li hemû balyozxane û sefaretxaneyan dengê xwe bidin. A giring ew e ku mirov biçe û dengê xwe bide. Banga me li hemû şoreşgeran ew e ku Kurd, jin, ciwan û pêşverû biçin dengê xwe bidin.“

‘AMADEKARÎ TEMAM IN’

Atalay anî ziman ku wan koordînasyoneke hilbijartinê li seranserê Ewropayê ava kiriye û derbirî ku amadekariyên pêkhateyên Swîsreyê ku wan kirine, li ber qedandinê ne û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê dest bi xebata ji bo hilbijartinan bû. Em pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, li Ewropayê hatin ba hev û me koordînasyoneke hilbijartinê ava kir. Me biryar da ku li hemû welatan heman koordînasyonê ava bikin.“

‘ME JI XWE RE KIRIYE ARMANC KU EM XWE BIGIHÎNIN HEMÛ HILBIJÊRAN’

Atalay bi lêv kir ku wan ji xwe re kiriye armanc ku li Swîsreyê xwe bigihînin hemû hilbijêran û ew ê derfeta ku hilbijêr bikarin dengê xwe bidin, çêbikin û got: “Bawerî gelek e. Desthilatdariya faşîst a li Tirkiyeyê, her ku diçe dibe otorîter. Hêviya me jê heye ku wê vê hilbijartinê biçe. Ji wê boneyê em xwe hinekê din jî bidin xebatê em ê bikarin bi hev re vê faşîzmê têk bibin. Bila hemû kesên şoreşger û demokrat tev li xebatê bibin, vê kelecanê parve bikin û bibin xwedî par di vê guherîna Tirkiyeyê de.“