Li bajarê Martîgûes ê ku li başûrê Fransayê dikeve, li ser Jineolojiyê panel hat danîn. Bi pêşengtiya Jineolojî Provance û tevgera femînîst Les Meûtrîeûsesê, duh civînek panelek hat çêkirin. Aktîvîstên jin ên Martîgûesî û tevgerên femînîst tev li panelê bûn.
Panel, saet di 18.30’an de dest pê kir û ji aliyê komeke provance a bi 3 kesan ve hat birêvebirin. Pêşkêşî bi rêbaza rotasyonê hat kirin. Di pêşkêşiyê de behsa têgih û rebazên têkildarê Jineolojiyê, geşedana dîrokî û bîrodozî ya Jineolojiyê hat kirin. Niqaş bi piranî li ser bicihbûna jineolojiyê di nav jiyanê de li Ewropayê, hat kirin.
Di beşê pirs û bersivan de, hêjayê gotinê ye ku zêde pirs di der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hat kirin.
Piştî panelê sînevîzyon hat nîşandan. Bernameyê nêzîkê 4 saetan dewam kir û bi çepikan dawî lê hat.