Komploya Navneteweyî li Rennes û Kîelê hat protestokirin

Kurdistanî û dostên xwe ku ji bo protestokirina Komploya 15’ê Sibatê li Rennes û Kîelê daketin qadan, bang li gelên cîhanê kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêhtir bibin piştevan û têbikoşin.

Kurdistanî û dostên xwe yên li bajarê Rennes ê Fransayê û bajarê Kîel ê Elmanyayê dimînin, ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daketin qadan.

RENNES

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Rennes ê Fransayê, ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, li Place du Colombîerê hatin ba hev. Li qada mîtîng hat lidarxistin, danezan hatin xwendin û ber bi nava bajêr ve meş hat kirin.

Ji serî heta dawiya meşê, belavok li kesên li der û dorê hatin belavkirin. Di axaftinên hatin kirin de, hat diyarkirin ku Komploya Navneteweyî ku bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi 24 salan bi encam bûye, ketiye rewşeke pir kûr û sîstematîk û bi berdewamî wiha axaftin hat kirin: ‘’Pergalên heyî ji Rêbertiyê pir ditirsin. Ji ber ku Rêbertiya me hêviya Kurd û gel û bindest, jin û ciwanan e. Sedsala 21’an sedsala Rêbertiya me ye. Em Kurd û gel Komploya Navneteweyî şermezar dikin. Di salvegera 24’emîn a komployê de banga me li Kurd û gelên cîhanê ye ku bibin piştevan û têbikoşin.

Em her wiha bang li saziyên navneteweyî dikin ku dengê xwe ji pergala tecrîdê ya Îmraliyê re bikin û tiştê dikeve ser milên wan bikin.”

Ji serî heta dawiya meşê, dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bê Serok jiyan nabe’’ û ‘’Azadî ji Ocalan re’’ bêyî sekin hatin berzkirin. Li qada Repûblîqûeyê bi xwendin û belavkirina belavokan dawî li meşê hat.

KÎEL

 

Kurdistaniyan li bajarê Kîel ê Elmanyayê, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, Komploya Navneteweyî protesto kir û got: ‘’Ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdan, em ê ji her car bêhtir li ber xwe bidin.’’

Girseyê ji Mettenhofê bi berzkirina dirûşmeyan dest bi şermezarkirina tecrîdê kir û bi stranên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine nivîsîn, li meşê dewam kir. Bi gihîştina îstgeha trenan a Kîelê, bang li hemû Kurdistaniyan û dostên wan hat kirin ku tev li meşê bibin ku wê sibehê ji Famîla Wîkê dest pê bê kirin û heta bi îstgeha trenan dewam bike.