Meşa dirêj a ku bi boneya salvegera 24’emîn a Komploya Navneteweyî li bajarê Kîel ê Elmanyayê hat lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû.
Di roja duyemîn a Meşa Dirêj de ku Kurdistaniyên li Kîelê û dostên wan bi Kurdistaniyên li Bremen û Hambûrgê dijîn re organîze kir, ji Parkplatz Famîlayê heta stasyona trenê ya navendî ya Kîelê meşiyan. Di dema meşê de li hin cihan rawestan û li ser komploya 15’ê Sibatê axaftin hatin kirin û peyam hatin xwendin.
Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Freiheit für Öcalan”, “Bijî Serok Apo” û “Es lebe Öcalan” hatin berzkirin. Faşîzma dewleta Tirk bi dirûşmeyên “Terorîst Tirkiye” û “Terorîs Erdogan” hate teşhîr kirin.
Meşa dirêj piştî banga tevlêbûna xurt a meşa bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, A Niha” ku wê li Strasboûrgê were lidarxistin, bi dawî bû.