Li Fransayê beriya ‘meşa mezin’ xwepêşandanên protestokirina 15’ê Sibatê

Di meşên protestoyî ku li Fransayê hatin kirin de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê ji ser, hat diyarkirin ku wê çalakî bêhtir bên lidarxistin û banga tevlêbûna meşa 11’ê Sibatê ya li Strasboûrgê hat kirin.

Komploya Navneteweyî li Parîsa paytexta Fransayê, Lorîetn û Mantes La Jolîeyê hate protestokirin.

PARÎS

Bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Banliyoya Vîllîers Le Bel a Parîsa paytexta Fransayê, gel li hev civiya û meşiyan.

Gava meşê, gel bê navber dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bê Serok jiyan nabe’’ û ‘’Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey Serok’’ berz kirin û heta ber NCDK’ê meşiyan. Li ber navendê, li ser Komploya Navneteweyî ku dikeve sala 24’an, axaftin hatin kirin û banga tevlêbûna meşa navendî ya 11’ê Sibatê ya li Strasboûrgê hat kirin.

LORÎENT

Li bajarê Lorîent a Fransayê bi çalakiyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komkujiya Parîsê hate protestokirin. Kurdistaniyên ku li bajarê Lorîentê dijîn, danê êvarê li qada Place Françoîs Mîtterandê hatin ba hev.

Kurdistaniyên ku dest bi meşê kirin, bi zimanê Fransî û Kurdî bê navber dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” berzkirin û belavokên bi zimanê Fransî belav kirin. Xwepêşandarên ku heta qada şaredariyê meşiyan, deqeyek rêz girtin. Meşa ku bi axaftinan dewam kir, peyam hat dayîn ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ew ê zêdetir dakevin qadan.Bi berdewamî wiha hate gotin: “Dewleta Tirk di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelê Kurd polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Dewleta Tirk bi awayekî bêperwa gef û êrîşên xwe yên li dijî Rojava didomîne û armanc dike ku tevahiya Rojava dagir bike. Di heman demê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê jî didomin. Di van êrîşan de çekên kîmyewî û bombeyên ku di asta navneteweyî de qedexe ne, tê bikaranînn. Gelê Kurd heta niha li hemberî tu dîktatoran serî netewandiye û wê li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê û çeteyên wê jî serî netewîne.

Di çalakiyê de banga tevlêbûna meşa navendî ya 11’ê Sibatê ya li Strasboûrgê hat kirin.

MANTES-LA-JOLIE

Bi armanca protestokirina komploya 15’ê Sibatê li herêma Mantes-la-Jolîe meşek hat lidarxistin.

Meş bi pêşengiya NCDKE a Mantes-la-Jolîe saet di 18:00’an de li ber Navendê destpê kir û heta şaredariya Mantes-la-Jolîe dewam kir. Di meşê de bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Piştre bi çalakiya rûniştinê ya li navenda Mantes-la-Jolîe, ji bo demeke kurt rê li trafîkê hate girtin.

Di daxuyaniyê de hate xwestin ku tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan were rakirin û di zûtirîn demê de azad bibe. Her wiha hate destnîşankirin ku divê dewletên Ewropayê dev ji siyaseta durû ya li dijî gelê Kurd berdin.