Li Sydneyê ji bo azadiya Abdullah Ocalan gera bi keştiyan hat kirin
Li Sydneyê ji bo azadiya Abdullah Ocalan gera bi keştiyan hat kirin û tecrîd hat protestokirin.
Li Sydneyê ji bo azadiya Abdullah Ocalan gera bi keştiyan hat kirin û tecrîd hat protestokirin.
Li bajarê Sydney ê Avûstralyayê bi pêşengiya NCKD’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakî didomin.
Di çarçoveya kampanyaya “Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan-Niha” de bi ferîbotan li deryaya Harboûr a li navenda bajarî ya Sydneyê, gera bi keştiyan a sê saetî hat kirin.
Avûstralyayiyan bi berzkirina dirûşmeyan piştgirî dan çalakiyê.
Di axaftina li ser navê komîteya amadekar hat kirin de, wiha hat gotin:
“Di serî de DYE û gelek dewletên Ewropayê ditirsin ku daxwazên demokrasî, wekhevî û azadiyê bi rêya diyalogan çareser bikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, beriya 24 salan ji bo li ser van esasan pirsgirêka Kurd çareser bike çû Ewropayê û dewletên Ewropayê ev yek qebûl nekir. Bûn hevkarê komployê û Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin. Divê CPT û NY ji bo bidawîkirina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bikeve nav tevgerê û demildest komîteyê bişîne Îmraliyê. Divê hikûmeta Avûstralyayê û saziyên civakî yên sivîl ên Avûtralyayî ji polîtîkayên tecrîdê re bêdeng nemînin.”