EWROPA
Hemû Nûçe
-
Ciwanên Kurd ketin Parlementoya Ewropayê: Sebra me nema!
Ciwanên Kurd li Strasboûrgê ji bo protestokirina bêdengiya Parlementoya Ewropayê ya li hemberî tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin avahiyê PE’yê. Piştî hevdîtina 3 saetan, dosya radestî Serokê PE’ê kirin. -
Li Marsîlyayê Kurd û dostên wan li dijî 15’ê Sibatê daketin qadan
Kurdistaniyên li Marsîlyayê bi boneya salvegera komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryara boykotê girtin û xwendekar neçûn dibîstanan; ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî daketin qadan -
Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Osloyê hevdîtin bi Wezareta Karên Derve re hat kirin
Kurdistanî û dostên xwe ku li ber Wezareta Karên Derve ya Norwecê ya li Osloye hatin ba hev, hevdîtin bi berpirsê beşê Tirkiye yê Wezaretê Carl P. Salîcath, Konseya Aştiyê ya Norwecê û sendîkaya Lo Osloyê re kirin. -
Li Londonê Konferansa Azadî ji bo Abdullah Ocalan dest pê kir
Konferansa Azadî ji bo Ocalan, tevî ewqas astengiyan, bi pêşengiya sendîkayan û Meclîsa Gelê Kurd, li Londonê dest pê kir. -
Komploya 15’ê Sibatê li Cenevreyê hat protestokirin
Salvegera 24’an a Komploya Navneteweyî li Cenevreyê bi meşekî hat protestokirin. -
Li Erîvanê komploya 15'ê Sibatê hat protestokirin
Li Erîvanê, bi çalakiyekê Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protetsokirin. -
Ciwanên Kurd li nava Parlamenta Ewropayê çalakî kirin
Ciwanên Kurd bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parlamenta Ewropayê çalakiyek lidar xistin. -
Li Elmanyayê li 7 balafirgehan, banga grevê hat kirin
Li Elmanyayê sendîkaya Verdî li heft balafirgehan, banga grevê kir. -
Komploya navneteweyî li Saratovê hate şermezarkirin
Li bajarê Saratov ê Rûsyayê, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin. -
SP'ê piştgirî da karê alîkariyê yê HDP'ê
Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) xwest, alîkariya mirovî ya ku ji bo mexdûrên erdhejê bêne kirin li astengiyên burokratîk nealiqin û biryar da ku piştgiriyê bide kampanya HDP'ê. -
Peyama Nobeda Azadiyê: Azadiya Rêberê me azadiya gelên me ye
Ji komîteya amadekar a çalakiya nobedê Zulfu Bîngol got, "Heta ku Rêberê me azad nebe têkoşîna me naqede. Ji ber ku azadiya gelên me bi azadiya Rêberê me ve girêdayî ye" û her kesên tevlî çalakiyê bûn silav kir. -
PYD’ê Nobeta Azadiyê dewr girt
Çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê 556 hefte ne berdewam e. Vê hefteyê, endamên PYD’ê nobet dewr girt. -
Li Atînayê roja duduyan a meşa li dijî komployê
Meşa ku ciwanan li Yewnanistanê dest pê kir, du roj in berdewam e. Ciwan îro ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qêriyan û li ser erdheja li Kurdistanê rabûye jî xebitîn da ku hestewarî çêbibe. -
Tagesspiegel: Hêviya Kurdan ji dewleta Tirk nemaye
Rojnameya Tagesspîegel a Elmanyayê, nivîsî ku hêviya Kurdan ji dewleta Tirk nemaye. -
Kurdên li Rûsyayê komplo protesto kir
Kurdên li Rûsyayê, Komploya 15’ê protesto kirin. -
Medya Haber TV ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re bernameyê çêdike
Medya Haber TV, ji bo mexdûrên erdhejê wê kampanyayê piştevaniyê bi rê ve bibe. Bi rêya weşana zindî wê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî were berhevkirin. -
Ji Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê daxuyaniya ji bo 'Erdhejê'
Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê diyar kir ku, divê alîkarî bi rêya Heyva Sor bê kirin û banga mezinkirina hevgirtinê kir. Meclîsê got, "Em li dijî siyaseta bêkurdkirina Kurdistanê hişyar bin. " -
TJK-E: Azadiya Rêber Apo azadiya me ye
TJK-E'yê li dijî Komploya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da û got, "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Kurd siberojeke bi rûmet ava dikin." -
Li Baselê çalakiya bîranînê: Ji bo mexdûrên erdhejê banga hevgirtinê
Li bajarê Basel ê Swîsreyê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn û banga hevgirtinê hate kirin. -
KCDK-E: Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin û azad bibin
KCDK-E komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û peyama "Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin, bi berxwedanê em ê azad bibin" da. -
Fîlmê Kobanê wê ji bo erdhejzedeyan were nîşandan
Li Viyanayê ya ku paytexta Avûstûryayê ye fîlmê ‘Kobanê’ wê ji bo erdhejzedeyan were nîşandan. -
'Divê Rêber Apo 24 saetan di rojeva me de be'
Fermandarên HPJ û YRK'ê destnîşan kirin ku komploya navneteweyî di heman demê de bû sedem ku Kurdên di xew de bûn, bêhêvî bûn hişyar bibin û bi hêvî bibin. Her wiha gotin, "Divê Rêber Apo 24 saetan di rojeva me de be." -
KNK: Biryara KCK'ê bihadar û di cih de ye
Konseya Rêveber a KNK'ê piştgirî da biryara KCK'ê ku ji bo pêçandina birînên erdhejê kar û kiryarên leşkerî rawestand û got, "Em hêvî dikin ku hikumeta Tirkiyeyê vê biryara girîng a mirov û jiyanhez a KCK'ê li ber çavan bigire û nekeve nav xirabkariyê." -
Meşa “Ji Rêber Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” dest pê kir
Meşa Dirêj a 3 rojan li Yewnanistanê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Navenda Çanda Kurd a Atînayê û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê dest pê kir. -
Endama KNK'ê Kwêstan Dawûdî li Stockholmê hate bîranîn
Ji bo endama KNK'ê Kwêstan Dawûdî ku li Silêmaniyeyê di 26'ê Çileyê de jiyana xwe ji dest da, li Stockholmê merasîmek hate lidarxistin. Li gel nûnerên saziyên Kurdistanî gelek kes tevlî merasîmê bûn.