TJK-E: Azadiya Rêber Apo azadiya me ye
TJK-E'yê li dijî Komploya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da û got, "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Kurd siberojeke bi rûmet ava dikin."
TJK-E'yê li dijî Komploya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da û got, "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Kurd siberojeke bi rûmet ava dikin."
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dewleta Tirk, bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd re di nava şert û mercên herî giran ên 25 salên dawî de, li şûna çareseriya pirsgirêka Kurd her tim şer û qirkirinê ferz dike. Em hemû dizanin ku hêzên navneteweyî di 15 'ê Sibata 1999'an de li Kenyayê di komployekê de rol lîstin û radestî Tirkiyeyê kirin. Hêzên hegemonîk ên ku hesab dikirin ku bi desteserkirina Rêberê Tevgera Azadiya Kurd re wê têkoşîn bi dawî bibe, ji ber ku dizanin ew ê li Rojhilata Navîn xizmetê ji berjewendiyên wan re neke, bi tifaqa DYA, Rûsya û welatên Ewropayê re di vê lîstika qirêj de cih girtine.”
‘JI BO LI SER PIYAN BIMÎNIN SERÎ LI QIRKIRIN Û DAGIRKERIYÊ DIDIN’
Di daxuyaniyê de ev jî hatin gotin:
“Tevî ku dibînin planên wan di pêvajoya pêşketî de vala derketine jî, ji bo pêşî li hilweşandina pergalên xwe yên stratejîk û jeopolîtîk yek bi yek bigirin, polîtîkayên xwe yên qirkirin, dagirkerî û îstîsmara kedê dimeşînin.
Têkoşîna avakirina Sîstema Konfederal a ku Rêbertî pêşkêşî Rojhilata Navîn dike, rastî êrîşên giran tê. Îro tecrîda li Îmraliyê û rijandina xwîn û rondikan li Rojhilata Navîn ji hev ne serbixwe ne. Mafê xwerêvebirinê yê gelan û şoreşa gelan a li Rojava bû sedem ku hêzên li herêmê bêhtir bitirsin. Xwesteka gelan a di çarçoveya rêgezên azad û demokratîk de li Rojava bi sîstema konfederal re şitil daye û projeya Rêbertî di vê wateyê de bi jiyanî bûye. Ev tov îro li Rojhilat bi şoreşa jinê re gerdûnî dibe. Têkoşîna Neteweya Demokratîk a alternatîf a li dijî modernîteya kapîtalîst, ji bo gelên li çar aliyê cîhanê yên di lêgerîna wê de ne, hêviyek e.
'KURD SIBEROJEKE BI RÛMET AVA DIKIN'
Hêzên komploger bi zanebûna vê yekê, hewl didin bi tecrîda giran û îzolasyonê ya li ser Rêbertî re têkoşînê ji rûpelên dîrokê paqij bikin. Li aliyê din ên li çiyayan ji bo azadiyê têdikoşin, 24 sal in bi bilindkirina têkoşînê ji bo jin û gelê Kurd û ji bo Rêberê Gelê Kurd hîmên siberojeke serbilind ava dikin.
Komploya li dijî Rêber Apo li dijî jinên azad, Kurdên azad û mirovahiyê ye. Têkoşîna li dijî vê pêkanînê, di şexsê Rêber Apo de parastina jina azad û civaka azad e.
Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Bi vê îdîayê em ê rêxistinbûn û têkoşîna xwe berfireh bikin."