SP'ê piştgirî da karê alîkariyê yê HDP'ê
Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) xwest, alîkariya mirovî ya ku ji bo mexdûrên erdhejê bêne kirin li astengiyên burokratîk nealiqin û biryar da ku piştgiriyê bide kampanya HDP'ê.
Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) xwest, alîkariya mirovî ya ku ji bo mexdûrên erdhejê bêne kirin li astengiyên burokratîk nealiqin û biryar da ku piştgiriyê bide kampanya HDP'ê.
Partiya Sosyalîst (SP) ku yek ji şirîkên hikumeta neteweyî ya Swîsreyê ye, ji bo mexdûrên erdhejê yên li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê daxwaza piştgiriya lezgîn kir. SP'ê ji hikumeta Bernê xwest ku alîkarî bêyî li astengiyên burokratîk bialiqe bi lez pêk were û bangek bi vî rengî kir, "Di rewşeke welê de ku gelek mirovan malên xwe ji dest dan, Swîsre divê ji bo mexdûran çi ji dest bê, bike."
SP'ê têkildarî alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê bê kirin daxuyaniyek da û bal kişand ser karê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku weke partiya xwe ya dost ragihandiye. SP'ê diyar kir ku ew piştgiriyeke xurt didin karê HDP'ê yê ji bo mexdûrên erdhejê. Ji bo vê jî xwest ku mirovên dixwazin li herêma erdhejê alîkariyê bikin, divê neyên astengkirin.
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku saziya alîkariyê Solidar Suisse ya ku partiya wan piştgiriyê lê dike, ji bo herêma erdhejê alîkariya xurek, xizmeta tenduristiyê û alîkariya kincan kiriye.
Ji lînka li jêrê hatiye dayin, bi rêya saziya alîkariyê ya Solidar Suisse alîkarî dikare bê kirin.