Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser biryara KCK'ê ya ji bo rawestandina karên leşkerî di vê dema erdhejê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de encamên karesata giran a erdhejê ya li Mereşê hatin bibîrxistin û hate gotin, "Di van şert û mercên awarte yên erdheja mezin û giran de, da ku xelkên Kurdistanê û Tirkiyeyê bi rehetî hevkariya hevdu bikin û ji nav kavilên vê zelzeleya mezin mirov û heywanên sax mayî rizgar bikin, her wiha miriyên xwe ji bin vê ax û betonê derêxin, Konseya Rêveber a KCK'ê biryara rawestandina hemû kar û kiryarên leşkerî da. Bi beyanekê hem ji bo hemû hêzên peywendîdar, hem jî ji bo bîr û rehiya giştî ev biryara xwe eşkere kir.
Bi navê KNK'ê em vê biryara KCK'ê gelek bihadar û di cih da dibînin û piştevaniyê dikin. Di van şertên dijwar yên bi êş û jan û kul û derd de, biryareke gelek mirovî ye. Ev biryar imkanê dide ku xelkên Kurdistanê û Tirkiyeyê di nav xirabkeriya piralî ya erdhejê de hevkariya hevdu bikin û kul û birînên hevdu bikewînin û derman bikin. Her wiha ev biryare nîşan dide ku hêzên rizgarîxwaz û azadîxwaz yên Kurdistanê di navenda polîtîkaya xwe de jiyanê bi cih dikin û li gorî wê bizavê dikin.
KNK hêvî dike ku hikumeta Tirkiyeyê vê biryara girîng a mirov û jiyanhez a KCK'ê li ber çavan bigire û nekeve nav xirabkerî û istismara polîtîk û leşkerî.
KNK her wiha hêvî dike ku ev biryara humanîter ya KCK'ê ji teref hemû aliyan ve bi baldarî û giringî bê tetbîq kirin.
KNK daxwazê ji hemû dînamîkên neteweyî yên Kurdistanî jî dike ku ev biryara KCK'ê ya gelek rast û maqûl bi berfirehî ji bo rehiya giştî ya navxweyî û navneteweyî bê ragihandin."