Komploya navneteweyî li Saratovê hate şermezarkirin

Li bajarê Saratov ê Rûsyayê, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin.

Li navçeya Krasnokût a herêma Saratov a Rûsyayê, Kurd li hev kom bûn û komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin.

Serokê Otonomiya Kurd a Krasnokûtê Remezan Bûdakov li civînê axivî û diyar kir ku armanc ji komploya navneteweyî têkbirina Tevgera Azadiyê ya Kurd, teslîmgirtina gelê Kurd bû, lê nekarîn encamê bi dest bixin.

Bûdakov destnîşan kir ku gelê Kurd bi saya Abdullah Ocalan hebûna xwe parastiye û li tevahiya cîhanê tê qebûlkirin.

Bûdakov ragihand, dewleta Tirk kuk nekarî bi komployê encamê bi dest bixe, tecrîdê giran dike û got, "Heta azadiya Rêberê me, têkoşîna me wê mezin bibe."