Fîlmê Kobanê wê ji bo erdhejzedeyan were nîşandan

Li Viyanayê ya ku paytexta Avûstûryayê ye fîlmê ‘Kobanê’ wê ji bo erdhejzedeyan were nîşandan.

Di çalakiya hevgirtinê de ya ku wê ji bo erdhejzedeyên li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê were kirin, wê fîlmê Kobanê jî were nîşandan.

Derhênera fîlm Ozlem Yaşar e û fîlm di sala 2020’an de kete vîzyonê. Di fîlmê de qala çîroka dorpêçkirin û azadbûna bajarê Kobanê tê kirin.

Fîlmê Kobanê wê di 21’ê Sibatê de roja Sêşemê li Top Kîno ya Viyanayê were nîşandan.

Bexşên ku di dema nîşandana fîlmê Kobanê de wê ji bo erdhejzedeyan were bikaranîn.