Kurdên li Rûsyayê komplo protesto kir
Kurdên li Rûsyayê, Komploya 15’ê protesto kirin.
Kurdên li Rûsyayê, Komploya 15’ê protesto kirin.
Kurdên li Stravtopol, Adîgey û Tamboy ku herêmên Rûsyayê ne, dijîn, bi daxuyanî û civînan komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kir.
Endamê Komîteya Otonomiya Stravtopolê Rênas Bazûyev daxuyanî li ser navê ciwanên Stravtopolê xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ciwan, fedaiyên Rêber Apo ne û heta azad bibe em ê bi geşkirin li têkoşînê dewam bikin.“
ADÎGEY
Li ser navê Meclîsa Kurd a Adîgeyê Hesenê Ûsiv û li ser navê Komîteya Ciwan Dadoyev Manaf Mamedovîç axivîn. Yên axivîn, anî ziman ku Komploya Navneteweyî ku di sala 24’emîn de bi hemû leza xwe berdewam lê wê bi ser nekeve. Her wiha îşaret bi tecrîdê hat kirin û silav li berxwedana gerîla hat kirin.
TAMBOV
Kurdên li bajarê Miçûrînsk ê herêma Tambovê dijîn jî, ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî hatin ba hev.
Di çalakiyê de ev peyam hat dayîn: “Hêzên modernîteya kapîtalîst wê tu car negihîjin mexseda xwe. Heta Rêbertiya me azad bibe, em ê têbikoşin.“