Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê ku gelek saziyên Kurdistanî yên wekî KCDK-Başûr, Meclîsa Jinan a Jiyan, Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCS) di nav de cih digire, têkildarî karesata erdheja li Kurdistanê daxuyaniyek da.
‘EM Ê GELÊ XWE LI BER ÎNSAFA REJÎMA QIRKER NEHÊLIN’
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Li herêmên erdhejê bi sed hezaran gelê me bê mal û war man. Em êş û azarên gelê xwe ji kûr ve hîs dikin û par ve dikin. Ji bo parvekirina êşa gelê me yê di erdhejê de mexdûr bûne, birînên wan bipêçin, stargeh û pêdiviyên din bi cih bînin me dest bi alîkariyên hevgirtinê kir û em vê xebatê didomînin. Helbet di vê mijarê de em nikarin gelê xwe li ber însafa rejîma qirker a faşîst bihêlin. Me bi rêya saziyên xwe yên li welêt alîkariyên ku hatibûn berhevkirin bi lez û bez gihandin malbatên xwe yên ji erdhejê zirar dîtine. Me karê xwe bi komkirina alîkariyên aborî ve bi sînor kir. Ji ber ku astengî tên derxistin me xwarin, cil û berg, pêdiviyên tenduristiyê û hwd. esas negirt. Me di tecrubeyên xwe yên berê de jî ev rewş jiyabû û di encamê de me dît ku kesên ku karekî wiha dikin di vê pêvajoyê de jî tên astengkirin."
'DIVÊ BALDAR BIN'
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xebatên alîkariya madî li gel Meclisa Gelê Kurd û saziyên din ên demokratîk tên meşandin, ev hişyarî hatin kirin:
"Em di vî warî de hem bi hesabên bankayê û hem jî bi hesabên weqfên cuda û hem jî li hember wergirtina meqbûzên Heyva Sor alîkariyê didomînin. Lê belê me dît û em dizanin ku ji bilî saziyên naskirî ji aliyê gelek sektor û kesên din ve alîkarî tên komkirin. Di vê xalê de divê gelê me hay ji van koman hebin.”
'OPERASYONA BÊKURDKIRINÊ TÊ MEŞANDIN’
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku temsîla rejîma qirkirinê dike ev karesata mezin ji bo valakirina welêt weke hincetekê nîşan da û ev bang li gel kir:
“Di vê pêvajoyê de siyaseta bêkurdkirina Kurdistanê bi awayê herî qirêj tê meşandin. Rejîma faşîst a qirker ev sed sal in li dijî gelê me yê Kurdistanê polîtîkaya qirkirinê ya bênavber dimeşîne.
Helbet em nikarin li hember vê rewşê bêdeng bimînin. Beşek mezin ji gelê me, bi taybetî yên li Brîtanyayê dijîn, xizmên malbatên me yên li başûrê rojavayê Tirkiyeyê ne, ku karesata erdhejê lê qewimî. Di vê mijarê de beriya her tiştî divê malbatên me yên ku ji ber karesatê hîn di bin xirbeyan de ne, bên rizgarkirin û tenduristî, stargeh û pêdiviyên bingehîn ên malbatên me yên rizgarkirî bên peydakirin. Lê divê em ji bo hişyarkirina malbatên xwe yên li dijî siyaseta qirkirina Kurdistanê ya faşîst û qirker bixebitin û li welatê xwe bimînin.
Wek tê zanîn hema hemû erdnîgariya Tirkiyeyê li ser xeta erdhejê ye. Lê belê dema ku derfetên girtina tedbîrên li hember karesatên xwezayî û nehiştina ziyanan hene, rejîma kirêt, talankar û qirker van derfetan dixe xizmeta çend kesan. Yanî wêranî û êşa vê felaketê jî ji ber polîtîkayên vê rejîma qirker e. Di vî warî de divê em rê nedin van kiryarên hovane yên rejîma qirkirinê. Ji bo pêşî li vê pêkanînê bê girtin, divê hemû gelê me yê li Brîtanyayê bi hestiyar bin û bang li xizmên xwe yên li welat bikin û xebatên hişyarkirinê bê navber bimeşînin."