PYD’ê Nobeta Azadiyê dewr girt

Çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê 556 hefte ne berdewam e. Vê hefteyê, endamên PYD’ê nobet dewr girt.

“Nobeta Azadiyê“ ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25’ê Hezîrana sala 2012’an ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan ve dest pê hat kirin, 556 hefte ne berdewam e.

Her hefteyê komek ji Kurdan û dostên wan ên li Ewropayê, nobetê dewir digire û nobet bi awayî berdewam dibe. Vê hefteyê, endamên PYD’ê nober dewir girt. Daxil Brahîm, Ehmed Bavê Omer û Serwer Mihemed di nav komê de ne.

‘HETA AZAD BIBE EM NASEKININ’

Daxil Birahîm ku li ser navê komê axivî, diyar kir ku ew li ser navê PYD’ê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dike. Brahîm diyar kir ku komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd hatiye kirin, di şexsê wî de li gelê Kurd hatiye kirin û wiha pê de çû: “Hêzên navneteweyî ku ev komplo kir, negihîştin armanca xwe. Wan digot qey wê Kurd 1 – 2 caran li ber xwe bidin û dev jê berdin. Wan nedizanî ku wê Kurd ji 25’ê Hezîrana sala 2012’an ta bi niha li ber saziyên wan ên nehêja yên wek CPT, Konseya Ewropayê her hefte ji bo Rêbertiyê li nobetê dewam bikin. Armanca wan ew bû ku Rêbertiyê bi tenê bihêlin û Kurdan bêyî îrade bihêlin. Lê ne Rêbertî ne jî Kurd, bi tenê neman. Heta Rêbertî azad bibe, em ê li ber xwe bidin. Heta Rêbertî azad nebe wê Kurd azad nebin.“

‘EM SIBEHÊ BI ROJÎ RABIN’

Brahîm bi bîr xist ku sibehê salvegera Komploya Navneteweyî ye û got: “Em komployê şermezar dikin. Bila gelê me vê rojê, rojiyê bigire. Em ê vê rojê bi rojî bin.“

‘BILA GELÊ ME BI RÊYA HEYVA SOR, BI GELÊ XWE RE BIBE ALÎKAR’

Berdevkê komê Daxil Brahîm got ku ew ji ber erdheja li Kurdistanê rabûye, xemgîn in û ev tişt anîn ziman: “Yên xizmên xwe ji dest dane, bila serê wan sax be, hêviya me ew e ku birîndar baş bibin. Em li hêviyê ne ku gelê me tev li kampanyaya Heyva Sor bibe. Em bi gelê xwe re nebin alîkar, dewleta Tirk nabe alîkar. Banga me li gelê me ew e ku bi destên gelê xwe bigire.“