Komploya navneteweyî ku di 15’ê Sibata 1999’an de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, 24 sal li pey xwe hişt û ket sala xwe ya 25’emîn. Ev 24 sal in Rêbertî li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Lê ev du sal in jî hêzên komploger û dewleta Tirk tecrîdeke mutlaq li ser Rêberê Gelê Kurd didin meşandin û bi ti awahî nahêlin parêzer û malbat biçin hevdîtinê. Gelê kurd û dostên wê jî ji bo agahî ji Rêberê Gelê Kurd bê girtin bênavber di nav çalakiyan de ne. Li gelemperiya cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd kesên navdarên cîhanê jî têde kampanyayên cur be cur hatin destpêkirin. CPT di serî de bang li aliyên berpirsyar kirin ku bi erka xwe rabin. Lê tevî vê yekê jî CPT û aliyên berpirsyar bangên tên kirin ji nebihîstin û nedîtinê ve tên. Beriya çend mehan jî derket holê CPT ku di bernameya wî de nîn bû çûye Îmraliyê. Li ser vê agahiyê gelê Kurd û dostên xwe bang li CPT kir ku naveroka çûyîna xwe ya li Îmraliyê parve bike lê CPT têkildarî çûyîna xwe ti daxuyanî neda. Piştî mehek çûyîna CPT vê carê parêzeran bi daxuyaniyekê ragihandin ku Rêberê Gelê Kurd hevdîtina CPT red kiriye. Ev agahî fikarên li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn zêdetir kir û gelê Kurd xist nav liv û tevgerê.
Têkildarî 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî Endama Fermandariya Hêzên Parastina Jinên Rojhilat (HPJ) Aryen Arê û Endamê Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê Amed Serhed ji Aryen TV re axivîn.
Aryen Arê û Amed Serhed bal kişandin ser erdheja ku li Bakurê Kurdistanê pêk hat û sersaxî ji gel re xwestin û peyama piştgiriyê dan.
‘BERXWEDANA HERÎ MEZIN RÊBER APO RABER KIR’
Endama Fermandariya HPJ’ê Aryen Arê diyar kir ku 15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd roja reş e û wiha got: “Di vê rojê de ji aliyê dewletên navneteweyî ve li hemberî Rêberê gelan komplo pêk hat. Ev komploya ku li hemberî Rêber Apo pêk hat li hemberî hêza gelan, netewaya demokratîk û baweriya gelan pêk hat. Ji ber vê yekê ev 24 saliya ku komplo li pey xwe dihêle, berxwedaniyeke bêhempa hat raberkirin. Berxwedaniya herî mezin jî Rêber Apo raber kir. Rêber Apo şerê bîrdozî û rêxistinî li dijî komployê da meşandin.”
‘BI GOTINA ‘EM Ê DOSTANIYÊ BI TE RE BIKIN’, SEXTEKARIYA HERÎ MEZIN LI HEMBER RÊBERTÎ PÊK ANÎN’
Arê destnîşan kir ku hedefa komployê tefandina çiraya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve li Kurdistanê hatibû pêxistin bû û ev tişt anî ziman: “Ronahiya ku di nav civaka Kurd de dihat jiyîn bandora xwe da cîhanê, zanist, felsefe, bîrdoziya Rêber Apo cîhanî û gerdûnî bû. Her kes behsa vê yekê dikir, ji bo vê jî hêzên netew dewlet Rêber Apo li hemberî xwe xetereyeke mezin didîtin û xwestin bi rêbaza komployê êrîşên xwe bi dawî bikin. Bi taybetî êrîşên xwe yên herî mezin di şexsê Rêbertî de pêk anîn. Ev êrîşa ku li ser Rêbertî pêk hat di esasê de li ser civakê pêk hat. Weke kadroyên Rêber Apo divê em vê komployê tenê wek dewletek nebînin û tenê dewleta Tirk nîn e, yê ku vê komployê pêk anîn hemû netewdewlet in. Di şexsê Emerîka û Ewropayê de, hemû netew dewletên ku yekitiya xwe çêkirine, bi dawetkirina Rêbertî ya derveyî Rojhilata Navîn û bi gotina ‘em ê dostanî bi te re bikin’, sextekariya herî mezin li hemberî Rêbertî pêk anîn û bi komployê Rêbertî radestî dewleta Tirk kirin.”
‘EV KOMPLO BERDEWAMA DÎROKA KURDISTANÊ YE’
Arye Arê bilêv kir ku gelê Kurd xwedî dijmineke mezin e û got: “Gelê Kurd dema behsa azadiyê û bîrdoziyê bike, her tim rastî êrîşên bi vî rengî tê. Ev cara yekem nîn e ku li ser gelê Kurd komplo pêk tê, ya rast ev komplo berdewama dîroka Kurdistanê ye. Ew raperînên ku li Kurdistanê hatin pêşxistin vê dide diyarkirin ku hemû caran netew dewletan komplo kirin da ku çarenûsa gelê Kurd ji bînî ve tune bikin, hebûna gelê Kurd winda bikin. Di vê de jî xwestin vê pêk bînin lê di şexsê Rêber Apo de ev komplo vala hat derxistin. Em dikarin vê bêjin, komplo encam negirt. Komplo bi hilweşandina pergala Îmraliyê, pergala guhertina civaka demokratik a rast hîn zêdetir vegeriya dijmin.”
‘DENGÊ SERHILDANÊ LI SERANSERÎ ROJHILAT BELAV BÛ’
Dema komploya li hemberê Rêbertî pêk hat bi taybetî li Rojhilat bi pêşengtiya jinan serhildan pêk hatin. Têkildarî serhildanên sala 1999’an Endama Fermandariya HPJ’ê Aryen Arê ev nirxandin kir: “Di dema dîlgirtina Rêbertî de li hemû Kurdistanê dengeke pir mezin çêbû. Deng û serhildanên ku tu kes hêvî nedikir derket holê. Dema Rêber Apo hat dilgirtin hêzên komploger wiha gotin, ger em Rêber Apo bigirin wê her tişt bi dawî bibe, bi vî rêbazî dawî li bîrdoziya Rêbertî bînin û tunekirina Kurdistanê îlan bikin. Ji bo vê jî siyaseta qirêj ti carî bawer nekir ku bi dîlgirtina Rêbertî tişteke cudatir biqewime, tiştên ku bi dîlgirtina Rêbertî qewimî di planên komplogeran de tune bû. Dema hêzên komploger 15’ê Sibata 1999’an Rêbertî radestî dewleta Tirk kirin li Rojhilatê Kurdistanê jî dengeke pir mezin derket. Dengê serhildanan, qêrîna jinên ciwan û dayikan li seranserî Rojhilat belav bû. Heta niha li dîroka Kurdistanê ku şahidî ji gelek serhildanan re kir, serhildan, xwedîderketin û dengeke wisa derneketibû. Kes serhildaneke wisa ji Rojhilatê Kurdistanê hêvî nedikir. Ji ber ku rejîma Îranê serkuteke pir mezin li Kurdistanê dida meşandin, yanî bi temamî bêdengiyeke mezin li Rojhilatê Kurdistanê hebû. Beriya komployê li rojhilat tevlîbûn ji bo tevgerê çêbûbû lê pir bandorker nebû. Lê dema 15’ê Sibatê komplo pêk hat dengvedaneke mezin pêk hat. Dîlgirtina Rêbertî ronahiya azadiyê li Rojhilat pêxist. Çawa pêxist? Ev Kurdên ku di xew de bûn, bêhêvî bûn, careke hişyar kir û bihêvî kir. Yanî Rojhilat rakir ser piyan. Hem milê hest de, hem jî di milê fikir de rakir ser piyan. Dîlgirtina Rêber Apo hişyariyek çêkir a herî girîng xwedîderketinek mezin pêk anî. Ji ber ku gelê Rojhilat Rêber Apo wek çarenûsa xwe dîtin. Bi taybetî jî xwedîderketin di milê jin de hîn xwe derxist holê. Bi taybetî di keça 13 salî Zehra de ev xwedî derketin xwe da pêş. Di dema komployê de keçên ku bedena xwe dan ber agir, ew çirûska ku ji wan bedenan derket holê tu carî netefiya, tu carî bêdeng nebû. Gel dîgirtina Rêberê xwe wek dîlgirtina xwe dît û got ku ger ez Rêberê xwe azad bikim ez ê jî azad bibim. Ji bo vê jî tu gefên rejîmê encam negirt. Piştî dîlgirtina Rêbertî ji Mako heta Îlamê beşdarbûna keç û xortan pir zêde pêk hat. Ev çi da nîşandan, êdî fikrên Rêbertî derbasî her malekî bû û li seranserî Rojhilat xwedîderketinek pir mezin ji bo Rêbertî çêbû.”
LI ROJHILAT BANDORA PARADÎGMAYA RÊBER APO
Ev nêzî salek e li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi pêşengiya jinê, civak bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li ser pêyan e. Têkildarî mijarê Aryen Arê got ku li Rojhilat paradîgmaya Rêber Apo li ser civakê pir bandor kiriye û wiha pêde çû: “Kîjan milî ve zêdetir bandor kir, ji xwebûn û xwe zivirandinê ve bandor kir. Vegera cewhera Kurdbûnê bandor kir. Komplo tenê li ser Rêbertî pêk nehat, li ser civaka Kurd û Kurdistanê pêk hat. Ji bo vê jî erka her çar parçeyên Kurdistanê ye ku bikeve nav serhildanê û pêşengiyê bike. Serhildanên ku li Rojhilat pêk hat û îro jî didome, ji sedî 95 bandora paradîgmaya Rêbertî ye. Ger niha civak bi pêşengiya jinan û bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li ser piyan be ev dide nîşandan ku ji serhildanên ‘99’an ne qut e. Dibe ji ber zext û fişarên rejîma Îranê car caran navber ket, gel bêdeng ma lê di salvegera 25’emîn a komployê de gel careke din bi paradigmaya Rêbertî rabû serhildanê. Ev tişt dide diyarkirin ku ruhê saşa ‘99’an hê jî zindî ye. Hê jî ew ruh di şexsê kesên azadîxwaz de, di şexsê jinên ku ji bo azadiyê berdêl dide de zindî ye û xwe dispêre paradîgmaya Rêbertî. Em dikarin bêjin ku serhildanên sala ‘99’an ku li Mako, Îlam û gelek bajarên Rojhilatê pêk hat îro jî li van bajaran didome. Îro jî bi paradîgmaya Rêbertî rabûye ser piyan û li dijî her cureyên êrîşên rejîmê li ber xwe didin. Ev şer şerê gel e, şerê ‘99’an jî şerê gel bû. Ev şer û serhildanên ‘99’an bandora xwe serhildanên sala 2022’an kir. Ev jî herî zêdetir bi pêşengiya jin de çêbû. Jin esareta li ser Rêbertî wek esareta xwe dibîne, ji bo vê jî dibêje heta ez Rêbertî azad nekim ez nikarim azad bibim. Ji ber ku azadiya xwe di azadiya Rêbertî de dibîne. Divê ti jin tecrîda li ser Rêbertî qebûl neke.
‘RÊBERTÎ BÎRDOZIYA JINÊ AVA KIR’
Rêber Apo got rizgarkirina jinê rizgarkirina civakê ye, rizgarkirina civak rizgarkirina netew e û em di rizgarkirina jin û civakê de dikarin bigihijin azadiya xwe. Rêber Apo got em di şexsê jin de dikarin civak û netew azad bikin. Ji bo vê jî destpêka şerê Rêbertî rizgariya jin bû û ji bo pêk anîna rizgariya jin ji hemû milan ve ked da, fedakarî kir û xebatên mezin da meşandin. Lê Rêbertî xebatên xwe tenê li parçeyekî neda meşandin û li çar parçeyên Kurdistanê da meşandin. Li çar parçeyên Kurdistanê hem artêş ava kir hem jî partî ava kir, pergala wê ya jin ava kir. Herî taybet tişta ku da avakirin çi bû, bîrdoziya jinê ava kir. Rêbertî jin ku amûra herî mezin a pergalê bû ji destê pergalê derxist. Ji bo vê yekê pergal êrîşî Rêbertî kir. Di şexsê Rêbertî de jin û tevgera jin hedef hatin girtin. Ji bo vê yekê divê jin ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertî erk û berpiryariya xwe pêk bînin û rabin ser piyan. Li Kurdistan, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê erka me yê jinan xwedîderketina Rêbertî ye. Divê em bi çalakiya xwe wisa bikin ku hêzên hegemon ku komployê pêk anîne tecrîda li ser Rêbertî rakin û deriyên Îmraliyê vekin. Destpêkê yên ku vê bike jin in. Çima, ji bo kesên ku destpêkê ji bo jinan ked da Rêber Apo bû, yên ku jinan ji çar dîwaran rizgar kir Rêber Apo bû. Ji bo vê divê jin hîn zêdetir xwedî li erka xwe derbikevin. Divê em jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêşengiyê bikin û hêzên ku tecrîdê didin meşandin bixin nav tecrîdê. Hîn paradîgmaya Rêbertî derbasî Rojhilat nebûbû rewşa jinên Rojhilat pir baş nebû, kesek jinên Rojhilat nas nedikir, behsa hêza jinên Rojhilat nedikir. Bi felsefe, bîrdozî û paradîgmaya Rêbertî me dît ku ew jinên ku hatine bêdengkirin, ew jinên ku di bin baviksalariyê de her roj dihatin perçiqandin, zindî bû. Ji bo vê yekê divê em hemû jin xwedî li Rêbertî derkevin. Divê em ji pergalê netirsin û li hemberî pergalê şer bikin. Divê şerê me li hember zîhniyeta pergalê be, şerê me li hember zihniyeta sermeyedar be, şerê me li hember şerîatê be ku tu ferdaya wî ji civakê re nîn e. Yek şerîat hebe ew jî şerîata Rêber Apo ye. Şerîata Rêbertî exlaqî û wijdanî ye. Xwedî derketina Rêber Apo xwedîderketina xwe ye, şikandina tecrîda li ser Rêbertî şikandina tecrîda li ser xwe ye. Ji bo vê divê jin bi taybetî jinên Rojhilat bi ruhê sala ‘99’an xwedî li Rêbertî derkevin.”
‘TOLHILDANA HERÎ MEZIN JI KOMPLOGERAN HESAB PIRSÎN E’
Endamê Fermandariya YRK’ê Amed Serhed jî ragihand ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de komplo li hemberî civaka azad û nirxên azad pêk hatiye û ev tişt got: “Ji aliyê gelek dewletên navneteweyî û dewletên herêmî û hêzên Kurd ên hevkar ve, li ser Rêberê me komployeke mezin pêk hat. Jixwe ev komplo jî bi salan ji aliyê Rêbertî ve wiha tê şîrovekirin. Sedem û armanca komployê çibû ji her milî ve ji aliyê Rêbertî ve hat nirxandin. Bêguman têkoşîneke bêhempa li dijî komployê hat meşandin. Li dijî komploya 24 salan li bajar û çiyayan li hemberî hêzên komploger berxwedaneke bêhempa hat meşandin. Bêguman hê jî komplo berdewam e û di sala 25’emîn de jî hêj têkoşîneke bêhempa heye. Komplo bi rastî jî ji milê Rêber Apo ve ji gelek aliyan ve hat şîrovekirin. Heta Rêbertî got ‘weke mizgînî jî didim gelê Kurd me komplo têkbir lê komplo bi rengên cuda cuda didome.’ Ji bo vê jî komplo ji her milê ve tê meşandin. Bi taybetî hêzên komploger dîsa li ser kar in, êrîşên ku li ser û gerîla tê meşandin parçeyeke komployê ye. Armanca esasî ya komployê paradîgmaya ku bi pêşengiya Rêber Apo dihat meşandin, tunekirin bû. Ji ber kesê ku xwedî li sosyalîzmê derdiket Rêber Apo bû. Ji ber vê yekê hêzên navneteweyî ku serkêşiya wê Emerîka, NATO, Îsraîl û Îngilistanê dikir fikrên Rêbertî li hemberî xwe xeter didîtin. Ji bo li Rojhilata Navîn serdestî û hegemonyaya xwe bi cih bikin, yekemîn Rêbertî û tevgerê hedef girtin. Ji ber vê yekê xwestin di şexsê Rêbertî de pêşiya ruhê sosyalîzmê bigirin, xwestin pêşiya nirxên ku Rêbertî ji bo gelê Kurd û mirovahiyê ava kiriye bigirin. Ji bo vê jî komplo pir dijwar e. Her çiqas ji gelek milan ve bi taybetî bi pêşengiya şehîdên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’, şikestinek di komployê de çêbibe jî, lê komplo bi rengên cuda tê meşandin. Ji bo vê jî divê em vê komployê bişkînin. Wek kadro ev yek erka me ye û lazim e em jê re bibin bersiv. Divê em tenê komployê nelet nekin, pergala komployê ji holê rakin û hesab ji komplogeran bixwazin. Tolhildana herî mezin jî ji komplogeran hesab xwestin e, amadekariya me jî ji milî be.”
‘BI RÊBERTÎ RE KURD Û KURDISTAN BÛ YEK’
Amed Serhed bal kişan ser serhildana 3’ê Esfenê ku li Rojhilat li dijî komployê pêk hat û ev tişt diyar kirin: “Hêzên ku Kurdistanê parçe kirin, li hemberî Rêbertiya me komplo pêk anîn û radestî dewleta Tirk kirin. Ji bo vê jî bi esareta Rêbertî re bi taybetî li Rojhilat hemû Kurdistanê ruhek û fikrek çêbû. Gel xwedî li Rêbertî derket. Hêzên netew dewlet li Kurdistanê rêberên gelê Kurd hemû qetil kiribûn û gel bêdeng kiribûn. Lê cara yekê bi Rêber Apo re bi feraseteke nû, bi ruheke nû, bi felsefeyeke nû, hişmendiyeke nû li Kurdistanê ava bû. Ji bo vê jî dema Rêber Apo hîn partî tune bû, kadro li holê nîn bû, Rêbertî ji Hakî Karer re çi got, got Kurdistan mêtinger e. Li ser vê ruhê gelê Kurd li dor Rêber Apo civiyan û xwedî li Rêbertî derketin. Yek jê parçeya ku ji hebûn û yekitiya xwe hatibû qutkirin, Rojhilat e. Gelê Rojhilat bi esareta Rêbertî re xwedî li Rêbertî derketin. Xwedîderketina Rêber Apo xwedîderketina nasname û hebûna xwe ye. Ji bo vê jî serhildanên Rojhilat ên xwedîderketina Rêbertî hêzên komploger û dijminê faşîst matmayî hişt û planên wan vala derxist. Bajar bajar li ser gelê Kurd parçebûnek heye, şerê taybet tê meşandin lê bi dîlgirtina Rêbertî re hemû Rojhilat bû yek û xwedî li Rêbertî derket. Wê demê rejîma Îranê êrîşî gel kir û 35 kes şehîd bûn. Şev û roj gel ser piyan bû û xwedî li Rêbertî derketin. Bi taybetî gelê Rojhilat bi vê serhildanê li pêşiya planên komplogeran bûn asteng. Wê demê hêzên komploger çi hêvî dikir, Rêbertî hat girtin, tevgera azadiyê tune bibe yan jî teslîm bibe û 6 meh temen dabû. Lê gelê Rojhilat xwedî li hebûna xwe derket. Serhildanên 3’yê Esfenê xwedî derketineke mezin a Rêbertî bû. Nirxên ku Rêbertî ji bo gelê Kurd û mirovahiyê çêkir, gelê Rojhilat xwe li dor vê nirxî girt û heta îro jî xwedî vê nirxî derdikeve. Bêguman berê jî li Rojhilat xebat hebû lê cara yekem bi dîlgirtina Rêbertî re Kurd û Kurdistan bû yek. Bi Rêbertî re gelê Rojhilat xwe gihand xeyala Qazî Muhamed ê yekitiyê. Rêbertî Kurdistanê kir yek ji bo vê yekê hêzên hegemon Rêbertî kirin hedef. Xwedîderketina Rêbertî sînorên klasîk ji holê rakir. Yek jî erk û berpirsyariya welatparêziyê xwedî derketina Rêbertî ye.”
‘HEDEFA DIJMIN REWAKIRINA TECRÎDÊ YE’
Endamê Fermandariya YRK’ê Amed Serhed diyar kir ku ev du sal in tecrîdeke mutlaq li ser Rêbertî tê meşandin û wiha pêde çû: “Tecrîd ji roja ku Rêbertî çûye Îmraliyê ve heye, lê ev du salên dawî ji aliyê hikûmeta AKP-MHP’ê ya faşîst ve tecrîd hatiye girankirin. Hedefa esasî ya dijmin ew e ku me fêrî tecrîdê bike. Tecrîda li ser Rêbertî li ser hemû girtiyan e, li ser jin, civak û hemû mirovahiyê ye. Hikûmeta faşîst bi qanûnên dijmirovî ku li ser Rêbertî dide meşandin, dixwaze gel bixapîne, dixwaze polîtîkaya xwe ya dijhiqûqî rewa bike. Divê hikûmeta AKP-MHP’ê ya faşîst vê baş bizanibe, gelê Kurd bi bîrdoziya Rêbertî mezin bûye, xwe nas kiriye. Ji bo vê gelê Kurd ku di her şert û mercan de erka xwe pêk aniye, di asta herî jor de mezin bike. Tecrîda li ser Rêbertî tê meşandin ne tecrîdeke normal e, hikûmeta faşîst dixwaze hêdî hêdî gelê Kurd fêrî bê Rêbertî bike. Hedefa dijmin ev e. Ji bo vê yekê wek milîtanên Rêbertî wek ciwanên Kurd jî lazim e rê nedin faşîzmê û hêzên komploger ku dixwazin me fêrî bê Rêbertî bikin. Ji bo vê divê Rêber Apo 24 saetan di rojeva me de be.”
‘EM Ê NEHÊLIN GELÊ ME FÊRÎ TECRÎDÊ BIBE’
Amed Serhed destnîşan kir ku şikandina tecrîdê erka her Kurdekê ye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Li ku derê dibe bila bibe divê Kurd li dijî tecrîdê rabin û erka xwe bi cih bînin. Ji bo vê jî lazim e ji her milî ve xebat bê kirin. Heta tecrîd hebe tu Kurdek jî di ewlekariyê de nîn e. Dijmin ji zindanan heta çiyayan êrîşeke bêperwa dide meşandin, ev êrîş parçeyeke tecrîdê ye, komployê ye. Ger îro li Wanê 40 memurên dewletê tecawizê keçeke Kurd dikin, ev parçeyeke komployê ye. Di esasê de gelê Kurd di nav tecrîdek de ye. Lazim e ciwanên Kurd, gelê Kurd vê rewşê baş binirxîne û li gorî vê yekê erka xwe pêk bîne. Rêber Apo ji bo Kurd û Kurdistan û mirovahiyê nirxekî pir mezin e, ji bo vê jî şikandina tecrîdê erka me ye. Xwedîderketina Rêber Apo xwedî derketina rûmetê ye. Êdî şikandina tecrîdê têrê nake lazim e êdî Rêbertî ji aliyê fîzîkî ve jî azad be. Dem dema azadiya Rêber Apo û Kurdistanê ye. Dem dema xwedî derketina nasnameya xwe ya Kurdbûnê ye. Em ê nehêlin gele me fêrî tecrîdê bibe û bê Rêbertî bijî.”