Tagesspiegel: Hêviya Kurdan ji dewleta Tirk nemaye

Rojnameya Tagesspîegel a Elmanyayê, nivîsî ku hêviya Kurdan ji dewleta Tirk nemaye.

Rojnameya Tagesspîegel a Elman, dîtinên xwe yên têkildarê Amedê ku erdhej lê rabûye, bi sernavê “Piştî erdhejê, hêviya Kurdan ji dewleta Tirk nemaye“ ragihand.

Di nûçeyê de ku ji aliyê Sûsanne Gusten ve hatiye çêkirin, bi hûrgulî li ser xebata alîkariya li Amedê ku erdhej lê rabûye, hatiye sekinandin. Di nûçeyê de îşaret bi pirsgirêkên mexdûrên erdhejê hatiye kirin.

Rojnameyê behsa kêmasiyên xebata lêgerîn û xelaskirinê kiriye û bal kişandiye ser berteka gelê Amedê ya li hemberî qeyûmên dewleta Tirk.

Gelê Amedê diyar kiriye ku ne qeyûm lê şaredarên hilbijartî li ser kar bûna wê bi awayekê din li ber felaketa ji ber erdhejê tevbigeriyana û wiha bertek nîşan daye: “Gel ew hilbijartin. Eger li vir bûna em ê hemû bi hev re bixebitiyana, em ê bi hev re bibûna alîkar.“

‘JI OPERASYONAN RE AMADE NE’

Di nûçeyê de hatiye destnîşankirin ku piştî rabûna erdhejê hêviya gelê herêmê ji rêveberiya dewleta Tirk nemaye û ev gotinên ciwanekê Amedî di nûçeyê de parve kirine: “Xwedêgiravî, ji ber ku em ne perwerdekirî ne nahêlin, lê gava operasyonan demildest amade dibin û hêza wan bes e.“

Rojnameger nivîsiye ku Wezîra Edaletê yê Tirk Bekîr Bozdag li Amedê ji aliyê mexdûrên erdhejê ve bi gotinên “Dizek, dizek“ hatiye pêşwazîkirin û gotinên Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî ragihandine: “Rêveberiya dewletê ku di serî de tu tişt nekir, hêj jî tu alîkarî nekiriye. Mirov pir baş bi hev re dibin piştevan û alîkar.“

FAZ: LOGOYÊN AKP’Ê BI ALÎKARIYÊ VE TÊ KIRIN

Nivîskarê rojnameya Frankfûrter Allegemeîne (FAZ) Raîner Herman jî bi sernavê “Logoyên partiya hikûmetê bi alîkariyê ve tê kirin“ nivîsa xwe ya dawîn nivîsî.

Herman ku tiştên piştî rabûna erdhejê ragihandine, bal kişandiye ser wê yekê ku logoyên AFAD’ê ku saziyeke dewleta Tirk e û partiya hikûmetê AKP’ê bi alîkariyê ve tê kirin ku ji welatên biyanî tê.