KCDK-E: Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin û azad bibin

KCDK-E komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û peyama "Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin, bi berxwedanê em ê azad bibin" da.

KCDK-E bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê hêzên komploger şermezar kir û kesên di têkoşîna li dijî komployê de şehîd bûne bi bîr anî.

KCDK-E bang li hemû aliyan kir ku, bi awayekî aktîf di têkoşîna azadiyê ya li dijî komplogeran de cih bigirin û vê helwesta bi biryar a sala 2023'yemîn mezintir bikin. KCDK-E her wiha bang li her kesî kir ku, ji bo pêçandina birînên malbatên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, seferber bibin.

Daxuyaniya KCDK-E'yê wiha ye:

“Em komploya navneteweyî û hêzên komploger ku bi pêşengiya DYA û Brîtanyayê pêk hat û gelek hêzên dewletê û hêzên paşverû yên herêmî jî di nav de şermezar dikin.

Em kesên ku li hemberî komployê berxwedaneke bi rûmet raber kirin û ji bo azadiyê berdêl dan, hem di roja komployê de hem jî ev 24 sal in bi vê armancê jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin.

KOMPLO BI RÊBAZÊN CUDA DEWAM DIKE

Bi komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an re, stratejî ew bû ku, di navbera gelan de hewirdorek şer ava kirin, li dijî gelan qirkirin pêk anîn û li tevahiya Rojhilata Navîn şerek mezin derxistine. Lê stratejiya hêzên komploger bi pêşdîtin û helwesta Rêber Apo vala hatiye derxistin.

24 salin hêzên komploger bêyî ku dev ji vê armancê berdin bi ceribandinên rêbazên cuda komplo berdewam kirin. Ji bo pêşîgirtina li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û pêşxistina jiyan û pergala demokratîk a li Rojhilata Navîn, DAÎŞ’ê li dijî hêzên azadiyê derxistin pêş û kirin bela li ser serê tevahiya mirovahiyê.

Stratejiya qirkirinê ya bi komployê re dihat armanc kirin, li ser xaka Rojava bi DAÎŞ’ê re hate meşandin. Gelên Rojava ku zêdeyî 10 hezar şehîdên xwe hene, têkoşîna xwe ya ji bo parastina ax û azadiya xwe bi dayîna hemû fedekariyan di asta herî jor de nîşan dane.

Dema ku desthilatdariya şerê taybet a AKP-MHP'ê ya bi zîhniyeta DAÎŞ'ê bi piyonên xwe encam negirt, bi hemû rê û rêbazên xwe yên qirêj û çeteyên xwe êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li dijî Rojava, Şengal û tevahiya Kurdistanê kûr kir.

DEMA TECRÎD BIŞIKÊ WÊ HERÊM AZAD BIBE

Em dizanin ku tecrîd ne tenê li ser Rêber Apo tê meşandin. Tecrîd di şexsê Rêber Apo de li ser gelê Kurd, li çar parçeyên Kurdistanê li ser jinan, li ser ciwanan, li ser gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn tê meşandin. Çareserkirina pirsgirêkan bi tecrîdê tê astengkirin û hewl tê dayîn gel li dijî hev bên kirin. Polîtîkaya şer û dagirkeriyê li hundir û derve didome, îradeya gelê Kurd nayê naskirin, qeyûm li şaredariyên wan tên tayînkirin. Tê xwestin ku hemû destkeftiyên gelê Kurd yek bi yek werin tunekirin.

Li hemberî vê felaketa erdheja li Kurdistanê, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê gelê me bi qedera xwe re rû bi rû hişt. Weke berdewamiya polîtîkaya qirkirinê dewletê rûyê xwe yê rast derxist holê. 

BANG

Weke KCDK-E, ji bo şermezarkirina komploya navnetewayî û tacîdarkirina azadiya Rêber Apo û Kurdistana azad, divê em li dijî dewleta ku gelê me di bin kavilan de qetil kir, bi biryardarî têkoşînê bidomînin.

Em bang li her kesî dikin ku bi awayekî aktîf beşdarî têkoşîna me ya 'ji bo azadiya Rêber Ocalan' bibin û di sala 2023'yemîn de vê helwesta xwe ya bi biryar hîn bêhtir mezin bikin û bo pêçandina birîna malbatên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane seferber bibin.”