Peyama Nobeda Azadiyê: Azadiya Rêberê me azadiya gelên me ye

Ji komîteya amadekar a çalakiya nobedê Zulfu Bîngol got, "Heta ku Rêberê me azad nebe têkoşîna me naqede. Ji ber ku azadiya gelên me bi azadiya Rêberê me ve girêdayî ye" û her kesên tevlî çalakiyê bûn silav kir.

Di ser komploya navneteweyî re 24 sal derbas bûn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên emperyalîst ve ji Kenyayê hate revandin û radestî dewleta Tirk hate kirin.

24 sal in li Girava Îmraliyê dîl girtî ye. Girava Îmraliyê li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin navendeke êşkenceyê ye. Li vê navenda êşkenceyê di asteke girankirî de tecrîd heye.

Tecrîd tevî ku li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye ji aliyê saziyên Ewropayê ve weke rewşeke asayî hate nîşandan.

Çalakiyên gelê Kurd û dostên wan ên li hemberî komploya navneteweyî jî qet nesekinîn. Ji bo bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî li Tirkiye û Kurdistanê, li Ewropayê jî Kurdan gelek çalakî, mîtîng û meş lidar xistin.

Yek ji van çalakiyan jî li bajarê Strasbourgê yê Fransayê di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpê kir. Çalakiya nobedê ya heftane ku li qada ji avahiyên saziyên Ewropayê tê lidarxistin, 11 sal bi biryardarî dewam dike.

Çalakî hefteyê heft rojan di navbera saet 07:30-16:30'î de pêk tê. Ji aliyekî ve polîtîkaya durû ya dewletên Ewropayê teşhîr dike, li aliyê din jî îradeya gel û dostên Kurdan nîşan dide ku wê dest ji têkoşîna xwe bernedin.

Ji Komîteya Amadekar a Çalakiyê Zulfu Bîngol anî ziman ku sedema bingehîn a hiqûqa gladîo ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, projeya wî ya çareseriyê Konfederalîzma Demokratîk e û got, "Hêzên serwer ên navneteweyî dixwazin vê îdeolojiyê ji holê rakin." Zulfu Bîngol destnîşan kir ku kapîtalîzm hîn jî belayekî mezin e li serê mirovahiyê û got, "Têkoşîna gelan, jinan, bindestan, ekolojîstan, enternasyonalîstan li dora projeya çareseriyê ya Rêberê me li hev kom dibin. Ev yek jî hêzên serwer ên navneteweyî dixe nava tirs û fikaran."

Bîngol ragihand ku gelê Kurd tevî dostên xwe 11 sal in li ber saziyên Ewropayê çalakiyeke dîrokî dikin û got, "Îrade û dîsîplîna têkoşîna Rêberê me di vê çalakiyê de dikare bê dîtin. Di vê çalakiyê de bi dengekî bilind tê destnîşankirin ku jiyaneke bêyî Rêbertî nabe."

Zulfu Bîngol got, "Heta ku Rêberê me azad nebe têkoşîna me wê bi dawî nebe. Ji ber ku azadiya gelên me bi azadiya Rêberê me ve girêdayî ye." Zulfu Bîngol bi navê Komîteya Amadekar her kesên tevlî çalakiyê bûne silav kir û ji bo serxistina çalakiyê banga xwedîderketinê kir.