Li Baselê çalakiya bîranînê: Ji bo mexdûrên erdhejê banga hevgirtinê

Li bajarê Basel ê Swîsreyê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn û banga hevgirtinê hate kirin.

Li bajarê Basel ê Swîsreyê ji bo kesên di erdheja navenda Mereşê de jiyana xwe ji dest dane çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Parlamenterên federal ên Swîsreyê, parlamenterên kantonan, rûspiyên olî, nûnerên saziyên Kurd û Elewî û bi hezaran kes beşdarî bîranînê bûn.

Bîranîn bi pêxistina mûm û deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Destpêkê Serokê Navçeya Bajêr a Kantona Baselê Beat Jans axivî. Jans banga hevgirtinê kir.

Koroyên jinan ên ElGrecho, Choeur3, Ensemble Liberte Fimmene konserek kurt dan. Papazê Dêra Elîsabethen Frank Lorenz axaftineke kurt kir û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane dua xwend.

Pîrê Elewî Muzaffer Dede yê ku beşdarî bîranînê bû jî axaftinek kurt kir. Li dû axaftinê gulbeng li gel koma saz a Komeleya Çanda Elewiyan hatin xwendin.