Endama KNK'ê Kwêstan Dawûdî li Stockholmê hate bîranîn

Ji bo endama KNK'ê Kwêstan Dawûdî ku li Silêmaniyeyê di 26'ê Çileyê de jiyana xwe ji dest da, li Stockholmê merasîmek hate lidarxistin. Li gel nûnerên saziyên Kurdistanî gelek kes tevlî merasîmê bûn.

Kwêstan Dawûdî ya ji Rojhilatê Kurdistanê ku bi salên dûr û dirêj di nava rêxistinên azadîxwaz ên jinan cih girtibû û piştî hatina Ewropayê tevlî karên KNK'ê bû, di nava civakê de weke mirovoke Kurdistanî û Kurdhez dihate nas kirin. Kwêstan Dawûdî li paytexta Swêd Stockholmê bi merasîmekê hate bîranîn. Tevî rêveberên KNK'ê û nûnerên saziyên Kurdistanî, gelek kes beşdarî merasîmê bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, gelek peyamên sersaxiyê hatin pêşkêşkirin. KNK'ê Zeyneb Murad, Endamê Konseya Rêveber a KCK’Ê Zubeyîr, Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Mûînî û li ser navê PYD û Buroya Rojava ya li Swêd Şiyar Alî her yek axivîn.

Zeyneb Murad got, "Bi navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi xêr hatina we dikin û sersaxiyê ji tevayî malbatê dixwazin. Hevala me Kwêstan weke jineke Kurdistanî di navakarên ji bo azadiya neteweyî xwedî ciheke diyar bû. Nebûna wê ya weke fîzîkî ji bo me cihê diltengiyê ye, bes weke navê xwe di nava dil û bîreweriyên me yên neteweyî de wê her bimîne. Ji bo pêkanîna armancên wê em ê têbikoşin."

Paşê hevjînê wê Rêbwar Reşîd axivî û got, "Bi rastî min bawer nedikir ku Kwêstan keseke ewqas kurdhez û xwedî ewqas dost û hevale. Hatina we ya vê derê ji bo me cihê serfiraziyê ye. Ji ber ku wê dizanî xilasiya wê ya ji vê nexweşiyê tuneye, xwest vegere Kurdistanê û  rojên xwe yên dawiyê li welat biborîne. Ew keseke xweşrû, aram û hevala her kesî bû. Hema kî/ê didît, digot: ka em her tiştî bidin alî û Kurdistanî û neteweyî bifikirin. Hizir û dilê her tim li rex jinek gerîlayek, şoreşgerek, zarokek û tevayî ew kesên ku ji bo azadiya gel têdikoşin li gel wan bû. Tevayî dost û hevalên ku di vê pêvajoyê de me weke malbat bi tenê nehêlan, spasî dikim."

Piştî xwendina hin peyaman û guhdarîkirina li muzîkê, Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar axivî. Aydar got, "Ez tevayî kesên biyanî û tevayî gelê me yê ji her çar hêlên Kurdistanê li vê holê amade ne, bi navê Tevgera Azadiyê ya gelê Kurdistanê, bi navê tevayî hevalên xwe silav dikim û sersaxiyê ji tevayî malbatê dikim. Hatina ewqas mirovan a gel hev, bi hezaran Kurdistanî û her wiha amadebûna ewqas mirovên dostên Kurdan, Kwêstan ev e. Raste ku jineke ji Mihabad bû, bes ew weke mezinbûn û xweşbûna wateya navê xwe (Kwêstan: di zaraveyê soranî de yanî: ZOZAN-ÇIYA), keseke Kurdistanî bû. Ji bo her çar hêlên Kurdistanê têkoşan û xebat dikir. Ev salon mînaka wê bi xwe ye. Ez şahidim ku gelek caran rexmî nexweş jî bû, ji nexweşxanê radibû dihat beşdarî çalakiyan dibû."

Aydar di dewama axaftina xwe de got: "Eger îro hevala Kwêstan li jiyanê bûya, bêguman ji bo komkirina alîkariya erdhejê wê ji xebatan re pêşengtî kiribûya. Lazime tevayî Kurdistanî û dostên amade, ji ber ew erdheja ku karesateke mezin û xusareteke mezin daye welatê me, lazime li gorî ruhê hevala Kwêstan em kar bikin ji bo pêçandina birînên erdhejê. Ew hem weke jineke çalak û hem jî weke çalakvaneke siyasî ya xebatên rizgariya jinê, pêşeng bû. Em bi bîranîna wê re dibêjin: em ê xwedî li şoreşa Jin, Jiyan Azadî derdikevin."

Piştî peyama YNK'ê Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Mûînî jî axivî û got, "Dost û hevrêyên hevala Kwêstan, ez li ser navê partî û hevalên xwe, we tevan ji dil silav dikim û sersaxiyê ji tevayî malbatê dixwazim. Di dem û pêvajoyeke wiha girîng de nebûna wê bi rastî jî xisareke pir mezine ji bo me. Weke her yek ji we amadebaşan, ji bo min ciheke wê ya pir taybet hebû. Karên wê yên ji bo jinan, cihê serbilindî ye. Karên ji bo azadiya Kurdistanê bi taybetî jî xebatên jinan, ji bo wê xwedî kelecanî û heyecaneke pir mezin bû. Hizir û ramana wê dewam zindî û wê her weke navê xwe ew kelecana wê û rûxweşiya wê di dilê me de şad bimîne. Her weke ew ê bi xwe her tim digot: (deybeynewe heval giyan, em ê bi ser bikevin heval. Em ê li ser wê hizir û ramana wê kar ji bo pêkanîna xeyalên wê bikin." 

Di dewama merasîmê de her du hunermendên navdar ên ji rojhilatê Kurdistanê Necme Xulamî û Kalê Ateşî her yek piştî peyama xwe stranek ji bo ruhê wê pêşkêş kirin. Li ser navê KJAR û her wiha gelek sazî û dezgehên Kurdan peyamên sersaxiyê hatin pêşkêşkirin.