Li Elmanyayê li 7 balafirgehan, banga grevê hat kirin
Li Elmanyayê sendîkaya Verdî li heft balafirgehan, banga grevê kir.
Li Elmanyayê sendîkaya Verdî li heft balafirgehan, banga grevê kir.
Nîqaşên derbarê heqdestan dewam dikin. Sendîkaya Verdî ragihand ku roja Îniyê li 7 balafirgehên herî qelebalix, Frankfûrt û Munîh jî di nav de wê grevê bigrin.
Di daxuyaniya sendîkayê daye de, hat diyarkirin ku wê gelek seyahatên hewayî werin betalkirin.
Cîgira Serokatiya Verdiyê Chrîstîne Behle wiha got: “Ji ber ku heta niha ti encamek ji nîqaşan nederket, karker li ser patronan zexta hevpar dikin.”
Sendîkaya Verdî di rewşên guncaw de, ji bo xebatkarên sektora civakî, personelên bejahî û personelên ewlehiya hewayî nîqaşan dike. Sendîka ji bo tazîmanata windahiyên girêdayî enflasyona bilind, heqdestek baştir daxwaz dike.
Çalakiya berdana kar a yekrojî, wê li balafirgehên Bremen, Dortmûnd, Frankfûrt, Hambûrg, Hannover, Munîh û Stûttgart bê lidarxistin.
Chrîstîne Behle wiha dibêje: “Enflasyon, enerjiya bilind û bihayên xurekê, gelek karkeran dixe rewşek a bê bawer.”
Sendîkayê di meha Çileyê de, li balafirgeha Berlînê grevek heman pêk anîbû û nêzî 300 geştên hewayî hatibûn betalkirin.