EWROPA
Hemû Nûçe
-
Şervana YPJ’ê Nûpel Tekoşer li Hamelnê hate bibîranîn
Şervana YPJ’ê Nûpel Têkoşer Dêrik a di 18`ê Çileyê de li Eyn Îsayê di topbarana dewleta Tirk a dagirker de birîndar bibû, tevî hemû hewldanan jî di 7`ê Sibatê de şehîd bû, li Hamelnê hate bibîranîn. -
Simko Şikakî li Heîlbronnê hat bibîranîn
Simko Şikakî (Halîl Bîlen), bi merasîmekê li Heîlbronnê hat bibîranîn. -
FEDA: Dewletê bi zanebûn bi derengî dest li cihên erdhejê werda
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) ragihand ku dewleta Tirk bi zanebûn dest li herêmên erdhejê werda û ev jî bû sedem ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe. -
Komploya 15'ê Sibatê li Stavrapolê hate şermezarkirin
Jinên Kurd ên li bajarê Stavrapol ê Rûsyayê, komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin ku li dijî Rêbreê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. -
Ji bo mexdûrên erdhejê li kolanên Londonê alîkarî tê komkirin
Li Londonê rêxistinên çepgir ên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo pişgiriyê bidin mexdûrên erdhejê li stasyon, stadyûm, cadeyên navendî û kolanan alîkariyê kom dikin. -
Komploya Navneteweyî li Romayê hate protestokirin
Bi tevlêbûna Kurdên li Îtalyeyê û dostên wan salvegera 24’emîn Komploya Navneteweyî, li paytext Romayê bi meşekî girseyî hate protestokirin. -
Ciwanan bi daxuyaniyekî hevpar dawî li çalakiya xwe anîn
Ciwanên ku bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, A Niha” li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê û li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dest bi meşê kirin, li hev civiyan û bi daxuyaniyekî dawî li çalakiya xwe anîn. -
Di Meşa Dirêj de baskên ‘ciwan’ û ‘enternasyonalîstan’ hatin ba hev
Baskên ciwan û enternasyonalîstan a Meşa Dirêj a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd hatî destpêkirin, îro li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê hatin ba hev. -
Ciwanên li Meşa Dirêj: Em xwedî li Rêberê xwe, li welatê xwe derkevin!
Ciwanên li Meşa Dirêj diyar kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger nebe wê nesekinin û gotin, "Ji ber erdhejê divê em xwedî li welatê xwe derkevin. Em ji dewletan re nehêlin." -
Meşa Dirêj a Enternasyonalîstan bi dawî bû
Meşa Dirêj a Enternasyonalîstan ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya çaremîn de bi dawî bû. -
Meşa Dirêj di roja 5’emîn de didome
Meşa Dirêj a ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 5’emîn de didome. -
Li Brîtanyayê ji bo mexdûrên erdhejê torên hevgirtin û alîkariyê
Saziyên Kurdan, şoreşger, çepgir û Elewiyan li Brîtanyayê li gelek bajaran maseyên krîzê ava kirin û ji bo mexdûrên erhejê kampanya dan destpêkirin. -
Li Qibrisê ji bo mexdûrên erdhejê kampanya hate destpêkirin
Li Qibrisê bi pêşengiya Komîsyona Piştevaniya Gelê Kurd û nûnerên Kurdan, ji bo piştgiriya bi mexdûrên erdhejê re kampanya alîkariyê hate destpêkirin. -
Şehîdên Parîsê hatin bîranîn
Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê, bi pêşengiya Tevgera Jinê şehîdên Parîsê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil hatin bîranîn. -
KCDK-E: Meşa 15'ê Sibatê ji bo 8'ê Nîsanê hate taloqkirin
KCDK-E'yê ragihand, meşa li Strasbourgê ya li dijî komploya 15'ê Sibatê ji ber erdheja li Bakurê Kurdistanê ji bo 8'ê Nîsanê hatiye taloqkirin. -
Di çalakiya li ber NY’yê de, banga ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re
Di çalakiya li ber avahiya NY’yê ya li Cenevreyê de ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê dewamkirin, yên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn û bang ji bo piştevaniyê hat kirin. -
Meşa ciwanan di roja 4’an de ye: Banga piştevaniyê ji bo mexdûrên erdhejê hat kirin
Meşa Dirêj a li Elmanyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd hat destpêkirin, di roja 4’an de li Reûtlîngenê destpê kir. Ciwanan banga piştevaniyê ji bo mexdûrên erdhejê kir. -
Enternasyonalîstan ji bo mexdûrên erdhejê banga piştevaniyê kirin
Enternasyonalîstên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin, ji ber erdhejê banga piştevaniyê kirin. -
Li Fransayê hêrsa li hemberî reforma teqawidiyê zêde dibe
Di sê hefteyên dawîn de li Fransayê sê caran sendîkayên karkeran çalakiyên girseyî organîze kirin û bi milyonan kes daketin kolanan. Li dijî reforma teqawidiyê ya hikûmetê hêrseke mezin heye. -
Ciwan li Boblîngenê ne: Ciwan her tim fedaiyên Rêber Apo ne
Di Meşa Dirêj de ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Heîlbronnê destpê kir, roja 3'yemîn qediya. Ciwanan bi çalakiyekê gerîlaya YJA Starê Sarah Handelmann bi bîr anîn. -
Li Hessenê maseya krîzê hat avakirin
Piştî erdheja li Mereş, Semsûr û Dîlokê rabû û bandora xwe li 10 bajaran kir, Kurd û dostên xwe yên li eyaleta Hessen a Elmanyayê, hatin ba hev û Desteya Koordînasyonê û Maseya Krîzê ava kir. -
Aktîvîstên Êzidî serdana çalakvan Ata kirin
Xoşnav Ata li dijî êrîşên kîmyewî nobeta xwe ya li ber avahiya OPCW’ê di roja 187’emîn de, didomîne. Hevseroka NAV-YEK’ê û rêveberên SMJÊ’yê îro serdana Ata kirin û banga piştevaniyê ji bo kampanyaya ji mexdûrên erdhejê re hat destpêkirin, kir. -
Enternasyonalîst gihîştin Lozanê: Sînor ji fikirên Abdullah Ocalan re nîn in
Çalakgeran li ber avahiya ku Kurdistan bûye çar parçe, bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ji bo dinyayekê dixebitin ku mirov bi sînoran ji hev neyên veqetandin û wiha got: “Sînor ji fikirên Abdullah Ocalan re nîn in.“ -
Meşa Dirêj di roja 3'yemîn de ye
Meşa Dirêj ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, di roja 3'yemîn de ji bajarê Stûttgart ê Elmanyayê di çarçoveya pêngava 'Werin Cenga Azadiyê' de destpê kir. -
Meşa enternasyonalîstan di roja duyemîn de ye
Meşa enternasyonalîstan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 2'yemîn de li bajarokê Morges ê Lozanê destpê kir.