Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, Xoşnav Ata li ber avahiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), di roja 187’emîn de didomîne.
Hevseroka NAV-YEK’ê Çîçek Yildiz û du rêveberên jin ên ji Rêxistina Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) îro serdana Ata kirin.
Rêveberan anî ziman ku ew ji bo piştevanî û xwedî derketina li çalakiyê serdana Xoşnav Ata kirine û banga bi hestiyarbûnê li raya giştî hat kirin.
Rêveberan bal kişand ser erdheja ku 6’ê Sibatê li Bakur û Rojava qewimî û ji gelê Kurdistanê re sersaxî xwest. Şandeyê di serî de Kurdistaniyên ku li Ewropayê dijîn, bang li hemû saziyên dost û demokrat kir ku piştgiriyê bidin, kampanyaya ku Heyva Sor a Kurdistanê dayî destpêkirin.