Komploya Navneteweyî li Romayê hate protestokirin
Bi tevlêbûna Kurdên li Îtalyeyê û dostên wan salvegera 24’emîn Komploya Navneteweyî, li paytext Romayê bi meşekî girseyî hate protestokirin.
Bi tevlêbûna Kurdên li Îtalyeyê û dostên wan salvegera 24’emîn Komploya Navneteweyî, li paytext Romayê bi meşekî girseyî hate protestokirin.
Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, bi tevlêbûna Kurdên li Îtalyayê û dostên wan li paytext Romayê bi meşekî girseyî hate protestokirin.
Meş di saet 15:30’an de li Pîazza Esqûlûna destpê kir. Gelek kes ji herêmên Mîlano, Torîno, Bologna û Grosetto tev li meşê bûn. Girse, dirûşmeyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin. Meş, li Pîazza San Gîovannî bi dawî bû.